Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Reşad Hiso oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, endamên Hêzên Displîna Leşkerî Reşad Hiso ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê Reşad Hiso (Bahoz Dirbêsiyê) ku di êrişên Tirkiyê yên li ser navçeya Zirganê şehîd bûbû de, ji meclisa malbatên şehîdan wergirt.

Merasîm li lîstikgeha Beledî li navçeya Dirbêsiyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîd Reşad da.

Her wiha fermandarê QSD`ê Mihemed Nebî Kutê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe li ser herêmê nasnameya gelên herêmê qir bike û fîtneyan di navbera pêkhateyên wê de  biafirîne. Her wiha jî komkujiyan der heqê zarok û jinan de pêk bîne.

Li aliyekî din jî bi navê malbata şehîd Reşad, Berfîn Hiso şervana YPJ`ê axivî û wiha got: "Şehîd Hiso ne şehîdê yekemîn ê malbatê ye û ne jî yê dawî ye, em wek malbata şehîd dê li ser rêça wî bimeşin."

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mizgîn Welî wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Bi dawîbûna merasîmê re, şêniyan bi dirûşmên şehîd namirin, şehîd li Goristana Şehîd Rustem Cudî li gundê Berkevirê oxir kir.

ANHA


Mijarên Din