Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn. Di bîranînê de hate gotin ku şehîd Bêrîtan sembola jina berxwedêr e û rêya li hember planên modernîteya kapîtalîst xêz kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kom bû û daxuyanî dan.  Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Amara Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Bêrîtan de hemû cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin ku, bi berxwedana şehîdan gelan rêya azadî û rûmetê nas kirin, bi xwîna şehîdan a pîroz meşeleya azadiya di rêya gelan de ronî kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku rêya ku şehîd Bêrîtan li hemberî siyasetên dijmin hilbijart rêxistineke jinan pêwîst dike ku dê azadiya jina û şerê li hemberî zihniyeta baviksalarî biafirîne û ev tişt hate diyarkirin: "Şehîd Bêrîtan sembola berxwedanê ye, ji bo jiyana azad jî têkoşiya û rê li hemberî planên modernîteya kapîtalîst xêz kir."

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê heta pêkanîna armancên jinan ên jiyaneke azad û bi rûmet hate dayîn.

Di dawiy daxuyaniyê de diruşmeyên şermezarkirnia îxametê û silavkirina berxwedana jinan û rêber Abdullah Ocalan hatin avêtin.

ANHA


Mijarên Din