Şêniyên Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji şervanan re diyar kir

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê bi erebe û motorsîkletan çalakiyek li dar xist û parastina xaka xwe nîşan dan.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û topbarana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek bi erebe û motorsîkletan li dar xist.

Çalakî ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeyê ber bi kolanên serekê yên navçeyê ve meşiya, xwepêşandêran alên YPG, YPJ û QSD`ê hilgirtin û sloganên "Bijî QSD, YPG û YPJ" û "Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" berz kirin.

Her wiha xwepêşandêran girêdana xwe bi xak û şervanên li dijî êrîşên Tirkiyê şer dikin, diyar kir. Paşê çalakî ber bi gundên Qermanê , Til Eylûl û Kerbetilî ve çû.

Xwepêşandan li ber navenda navçeyê bi dawî bû û li dijî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê destek nîşan dan.

(eh)


Mijarên Din