Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi dirûşmeya "Em ê dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin", şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xist û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi sedan şêniyên navenda navçeya Dirbêsiyê û gundên wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Şêniyan pankartên  "Bijî berxwedana Îmralî", "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji guhertina demografyaya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re" û posterên Rêber Abdullah Ocalan hildabûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin.

Şênî li qada Şehîdan rawestiyan û deqeyekê rêz girtin. Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulkerîm Saroxan axivî, tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û siyasetên rejîma Tirk şeremzar kirin û got: "Em di pêvajoyeke hestiyar û zehmet re derbas dibin. Ji ber ku hêza me bûye mijareke navneteweyî. Hemû hêzên serwer û ên dijber li hemberî îradeya me û hêza me disekinin û êrişî herêmê dikin."

Saroxan her wiha destnîşan kir: "Tirkiyê bi rê û rêbazên nû hewl dide herêmê dagir bike û pêkhateyên herêmê tune bike. Bersiva gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk re, kombûna we li qadên têkoşîn û berxwedanê ye."

Meş bi silavkirina berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din