Şêniyên Besîra cenazeyê şehîd Yezen El-Doş oxir kir

Şêniyên bajarê El-Besîra û gundewarên wê cenazeyê endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Yezen Zahid El-Doş li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kir.

Bi dehan şêniyên bajarê El-Besîra ya girêdayî Dêrazorê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yezen Zahid El-Doş (Yezen) wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a rojhilatê bajêr ve ketin rê.

Endamê hêzên Ewlekariya Hundrîn Yezen Zahid dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di 18`ê Îlonê de şehîd bûbû.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Gel a Besîra Mihemed El-Ehmed, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Îbrahîm û bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Mihemed axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina aramî û ewlehiyê li bajarokê Besîra û gundewarên wê de hate kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna wekhevî û edaletê li tevahî Sûriyê dan.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Yezen li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hat oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din