Şêniyên berê xwe daye Serêkaniyê: Armanc vekirina korîdora mirovî û rizgarkirina birîndaran e

Şêniyên herêma Cizîrê yên ku berê xwe daye bajarê Serêkaniyê, îşaret pê kir ku armanc vekirina korîdora mirovî ye da ku birîndarên li bajêr rizgar bikin.

Karwanek ji şêniyên herêma Cizîrê berê xwe da bajarê Serêkaniyê yê dorpêçkirî da ku alîkariya sivîlan bikin ku di topbarana artêşa dawleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser bajêr de birîndar bûne, rizgar bikin.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Mezlûm Yusiv ji Qamişlo got: "Îro, şêniyên kantona Cizîrê berê xwe da bajarê Serêkaniyê bi hewldana vekirina korîdora mirovî da ku birîndaran rizgar bikin û alîkariya wan bikin."

Dr. Menal Mihemed jî anî ziman ku hê jî metirsiyên mezin hene ku karesatên mirovî bi sedema dorpêça li ser bajêr ferzkirî pêk werin û wiha pê de çû: "Armanc, rizgarkirina birîndarên li nexweşxaneya Serêkaniyê û alîkariya wan e."

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Darayî ya Kantona Cizîrê Remziye Mihemed bang li aliyên pêwenedîdar ên berpirsê peymanê kir ku destwerdana lezgîn a rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk bînin û wiha lê zêde kir: "Tevî ku duh di navbera Amerîka û dewleta Tirk a dagirker de peymana agirbestê jî hat ragihandin, lê hê jî herêmên me tên topbarankirin, bi taybet jî nexweşxaneya Serêkaniyê ya tijî birîndar."

(fr)


Mijarên Din