Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimêja cejnê kir

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê sibê nimêja cejna Qurbanê li mizgeftên herêmê kir û piştî nimêja cejnê berê xwe da goristanên şehîdan.

Îro ji saetên sibê ve oldarên ola îslamê û bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da mizgeftan da ku nimêja cejnê bikin.

Melayên mizgeftan û Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk, cejna Qurbanê li cîhana îslamî û mirovahiyê bi tevahî pîroz kir.

Melayên ku xutbe dan, hêvî ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku yekitiya xwe çêkin û di heman eniyê de li hemberî metirsiyên li ser herêmê bisekinin û nexasim gefên dewleta Tirk a dagirker.

Piştî nimêjê, gel cejna hev pîroz kir û berê xwe da goristanên şehîdan.

(kc)

ANHA


Mijarên Din