Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Çelebiyê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan navçeya Çelebiye da ku beşdarî çalakiya konvedanê bibin ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi sedan şêniyên Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê li navçeya Eyn Îsayê kom bûn û ji wir çûn navçeya Çelebiye ya li bakurê Eyn Îsayê da ku beşdarî çalakiya konvedanê bibin ku ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye organîzekirin.

Şêniyên ku tev li çalakiya konvedanê bûne gotin ew ji Erdogan natirsin, çendîn êrîşên xwe dijwar bike gel jê natirse û dê tola şehîdan hilîne.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din