Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina komîteya destûrê red dikin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xwepêşandana li pêşiya navenda Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ya li bajarê Kobanê de nerazîbûna xwe li dijî nebeşdarkirina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrê de diyar kir.

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe da gundê Xirab Eşkê yê başûrê bajarê Kobanê û li pêşiya navenda Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê xwepêşandek li dar xist. Xwepêşandan bi armanca şermezarkirina nebeşdarkirina nûnerên herêmê di komîteya destûrê de hat lidarxistin.

Şênî ji çerxerêya gundê Xirab Eşkê ber bi navenda Koalîsyonê ve meşiyan. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdên ku ji şêniyên herêmê ne û di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser herêmê de şehîd bûne, hatin hildan. Her wiha pankartên "Destûra ku wate nede nirx û xwîna şehîdên me, nûnertiya me nake" hatin hildan.

Xwepêşandan bi dirûşma "Destûra ku em beşdarî wê nebin, em wê pêk naynin" li dar ket. Bi hezaran şêniyên herêmê ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen beşdarî xwepêşandanê bûn. Her wiha şêniyên ji Minbic, Tebqa, Reqa, gundewarên Dêrazorê, Girê Spî û Kobanê jî tev li xwepêşandanê bûn.

Di xwepêşandanê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid wiha axivî: "Avakirina komîteya destûrê bêyî ku nûnerên hemû aliyên Sûriyê beşdarî wê bibin, ne li gorî biryarên navdewletî ye ku girîngiyê didin beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyê de."

Bêrîvan Xalid tekez kir ku Rêveberiya Xweser tu biryarên ku ji aliyê derve ve li ser gelê Sûriyê werin ferzkirin û nûnertiya îradeya Sûriyê nakin, tu carî qebûl nakin û wiha pê de çû: "Komîteya destûrê tenê komîteyek e ku ajandeyên dewletên ku dixwazin bi aloziya Sûriyê bilîzin, pêk hatiye."

Paşê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer spasiya şêniyên ku tev li xwepêşandanê bûne, kir. Emîna Umer got kombûna gel di xwepêşandinê de diyar dike ku gelê Sûriyê ji avakirina komîteya destûrê ne razî ye.

Her wiha Emîna Umer der barê rewşa aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha anî ziman: "Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa herêmên din ên Sûriyê baştir e."

Paşê hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan got kombûna şêniyan diyar dike ew dagirkeriyê û dûrxistina ji komîteya destûrê qebûl nakin. Qeftan avakirina komîteya destûrê mîna komployan bi nav kir.

Bi navê êlên herêmê Şêx Hamid Abdulrehman El-Ferec got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hember komployên ku li dijî wan ji aliyê hêzên derve ve têne kirin, bisekine.

Şêx Hamid Abdulrehaman di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Komîteya destûrê alaveke ji bo pêkanîna ecindeyên derve ye. Gelê herêmê di aloziyê de gelek zehmetî dîtin. Lê îro bi aramî û ewlehî dijîn. Ev hemû jî bi saya têkoşîna şehîdên ku ji bo rizgarkirina xaka xwe canê xwe feda kirin."

Paşê şandeyek ji xwepêşandêran derbasî hundirê navenda Koalîsyonê bû da ku nameyekê radestî wan bike. Xwepêşandêran di nameyê de nerazîbûna xwe ji dûrxistina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê nûnertiya wan dike, ji komîteya destûrê nîşan dan. 

Ev yek ji ber ragihandina avakirina komîteya avakirina destûra Sûriyê ku 23`yê Îlona derbasbûyî hat ragihandin û nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdarî wê nebûn û banga beşdarbûnê ji wan re nehat, pêk hat.

(bx)

ANHA


Mijarên Din