Şêniyên bajarê Qamişlo xwînê didin

Şêniyên bajarê Qamişlo li ser bangewaziya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê û nexweşxaneyan berê xwe didin nexweşxaneyan û xwînê didin.

Di encama topbarana dijwar de ya artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek sivîl birînda bûn. Desteya Tenduristiyê û nexweşxaneyên bajarê Qamişlo banga xwestina xwînê kirin.

Li ser wê şêniyên bajêr bersiva bangawaziyan kirin û berê xwe dan nexweşxaneyên bajarê Qamişlo; Dar El-Şîfaa, El-Rehma û El-Selam.

ANHA


Mijarên Din