Şêniyên Babê banga rakirina baregehên leşkerî dikin

Piştî dagirkirinê, çeteyan hejmareke malên sivîlên taxa Çiyayê Aqîl a bajarê Babê hilweşandin. Şênî li dijî baregehên dagirkeriyê xwepêşandanên xwe berdewam dikin.

Artêşa dagirkeriya Tirkiyê li Babê hejmarek ji malan hilweşandin û baregehên leşkerî li dewsa wan ava kirin.

Dagirkeriya Tirkiyê bi vê kiryarê hêrsa şêniyên bajarê dagirkirî rakir. Duh şêniyên taxa Çiyayê Şêx Aqîl a bajarê Babê li dijî baragehên leşkerî xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan banga vegera xaka xwe û derxistina baregehên leşkerî yên dagirkeran kir. Xwepşandêr li derdora Çiyayê Şêx Aqîl rawestiyan.

Xwepşandêran sloganên banga vegera xaka xwe, rakirina baregehên leşkerî kir, her wiha tekez kir ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe xwepêşandanan li dar bixin û bi xaka ve girêdayî bin.

Tê zanîn ku piştî dagirkeriya Tirkiyê malên sivîlan desteser kirin û veguherandin baregehên leşkerî. Şêniyên taxa Çiyayê Aqîl ji meha Gulana 2017`an de li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwepêşdanan li dar dixin.

Xwepêşandana dawîn a şêniyên bajarê Babê ya li dijî bêewlehiyê di 29`ê Tîrmehê de bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din