Sînemageran rastiya heyî ji cîhana derve re radigihînin

Piştî şerên ku li Sûriye rû dane, bi sedan çîrokên kuştin, koçberkirin, kesên ku di rewşên herî xirab de li ber xwe daye derketine holê. Her mirovek li gorî derfetên di destê xw de dikarî rewşê bişopîne û bi rêbazên xwe bûyeran ji derve re ragihîne. Sînemagerên şoreşa Rojavayê Kurdistanê mînaka vê yekê ne.

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Tîmek ji sînemagerên herêmî ji ber rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 8 salên derbasbûyî de, di rewşên nebaş de û bi alavên biçûk hatin perwerdekirin, da ku rewşa herêmê û bûyerên ku li paş çavên bi milyonan kesan diqewimin, ji derve re ragihînin.

Tevî rewşa xirab ku gelê Kurd di nava çend salên berê de ji komkujî û koçberkirina bi darê zorê tê re derbas bûye, sînemaya kurdî û di serî de her du sînemager Yilmaz Guney û Xelîl Dag di rewşeke zehmet de ji berhemên fîlman li ser berxwedana gelê Kurd û israra wan a li dijî amûra kuştinê ku ji aliyê sîstemên dagirker ve ji Kurdistanê re hatin bikaranîn, kar kirine. Nexasim fîlma "Rê" ya Yilmaz Guney 6 xelatên cîhanî wergirtin.

Havîna 2018`an şaxê Komîna Fîlman a Rojava li bajarê Kobanê hate vekirin. Wê komê wek gaveke destpêkê belgefîlmên li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şerê li dijî terorîstan û êşa ku ji ber şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pey xwe hiştin, xebitîn.

Endamê koma ku ji 8 xebatkaran pêk tê Zîlan Hemo ku ji Kobanê ye û xebatên sînemayê dike, got ew di xebatên xwe de alavên pir sade bi kar tînin û kesên ku bi wan re dixebitin zarok û kalepîrên ji şêniyan in, ji ber ku tu sazî ji bo derxistina lîstikvanan tune ne.

Koma çêkirina senaryoyan li ser çîrokên ku di şer de hatine serê gelê Sûriyê çêdike, der barê wê de Zîlan wiha got: "Em ne dûrî rûdanên li Sûriyê ne û tiştên ku tên serê gelê me. Ew çîrokên biêş û aliyekî din serkeftinên ku li ser rûyê erdê pêk tên, em dikin fîlm, heta niha me 6 kurtefîlm çêkirin."

Fîlma El-Emel fîlma dawîn ku ji aliyê komê ve li dibistanên gundên nêzî bajarê Kobanê tê çêkirin, ew fîlm li ser girêdana koçberên herêma Efrînê bi axa xwe ve û hêviya wan ji bo vegera wê piştî ku Tirkiyê dagir kir.

Li gorî endamên komê, ku bi dehan fîlm hene dixwazin tomar bikin, di nav de hin dirêj in û hin kurt in. Lê ew zehmetiyê di aliyê lîstikvanên ji şêniyan dibînin, her wiha alav kêm in. Di heman demê de, ew asta zanebûnê ya zêde tune ye, ji ber ku beriya niha bi 8 mehan hatiye avakirin.

Heta niha tu fîlmên ku hatine tomarkirin nehatine weşandin, lê kom dê di demeke nêz de wan fîlman bide pêşandan.

(jo-bx)

ANHA


Mijarên Din