Şênî ji biryarên Rêveberiya Xweser razî ne

Şêniyên Dirbêsiyê razîbûna xwe ji ber biryara qedexkirina çûn û hatinê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate ragihandin, diyar kir.

Welatiyê bi navê Hisên Haco wiha axivî: "Bergiriyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin, erênî ne. Em bi hêvî ne ku hemû welatî li gorî wê tev bigerin da ku tu kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê vîrusê nekeve. Ji bo ez hindek pêdiviyan ji malê re bikirim, ez derketim. Paşê ez ê vegerim mala xwe."

Welatiyê bi navê Îsam Hisên der barê ked û xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ev tişt got: "Hêzên ewlekariyê erka xwe bi temamî pêk tînin da ku kombûn çênebe. Em spasiya wan û hemû kesên ku dixebitin û aramî û tenduristiya me diparêzin, dikin."

Welatiyê bi navê Mûsa Hemê jî bang li tevahî şêniyan kir ku lepikan bixin destê xwe û maskan bidin ber dev û bêvila xwe, dema ji malên xwe derketin, her wiha dema vegerin malê destên xwe dezenfekte bikin.

Tê zanîn ku qedexekirina çûn û hatinê duh anku 23`yê Adarê dest pê kir. Di vê derbarê de Desteya Hundirîn got roja yekemîn ji qedexekirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 80 bû.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din