Şênî bi tirs di rêya M4 de derbas dibin

Ruxmî ku ev çend roje rêya M4 hatiye vekirin, lê şênî ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tirs di rêyê re derbas dibin. Şênî destnîşan dikin ku rêya M5 jî bi dabîna Rûsya-Tirkiyê hatiye vekirin, lê çeteyên dagirkeriyê hertim şêniyan dikin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê, piştî êrişên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hinek beşe rêya M4 dagir kirin.

Rûsya û Tirkiyê di 23`yê Gulanê de gihaştin lihevkirineke siyasî û aborî, di encam de rêya M4 ji bo tevgera sivîlan hat vekirin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê piştî kontrolkirina rê, sivîl kirin hedef û qetil kirin. Ji wan bûyeran a herî hovane, hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bû. Erebeya Hevrîn Xelef di 11`ê Cotmeha 2019`an de hat hedefgirtin.

Piştî lihevkirinê, roja Duşemê 25`ê Gulanê piştî heft mehan, yekemîn rêwîtî li ser rêya M4 meşiya. Li rex erebeyên şêniyan, tank û panzêrên girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê hebûn. Rê li gorî lihevkirina Soçî ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ku divê tevahiya rêyên navdewletî yên ku bajarên Sûriyê bi hev ve vegirê didin, hate vekirin.

Ruxmî ku rê bi dabîna Rûsya –Tirkiyê hatiye vekirin, lê şênî  ji ber  hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi tirs di rê de derbas dibin.

Ji bo ronahî berdana ser mijarê, ANHA’yê berê xwe da rêya M4 û girêdayî vekirina rê  nêrînên şêniyan û metirsiyên wan girtin.

Idrîs Namo xwediyê nivîsgehên veguhestinê li bajarê Til Temirê got, şênî ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tirs di rê de derbas dibin.

Namo destnîşan kir ku rêya M5 jî bi dabînên Rûsya û Tirkiyê hate vekirin. Lê çeteyên girêdayî Tirkiyê hertim sivîlan dikin hedef.

Namo bibîr xist ku M4 wek damarek ku bajarên herêma Cizîrê bi herêma Firatê ve dide girêdan. Şênî dixwazin biçin herêmên xwe, şênî ji hedefgirtina artêşa Tirk û çeteyên wê ditiris. Namo wiha berdewam kir: "Divê hêzên Rûsya ji vê pirtir rê dabîn bike. Bi Hêzên Sûriya Demorkatîk re koordîne bike da ku sivîlan biparêzin."

Şêniyê bi navê Fewaz El-Sad ji şêniyên bajarê bang kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji rê werin dûrxistin da ku ewlehî vegere herêmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din