​​​​​​​Şênî bi biryara Hêzên Erka Xweparastinê kêfxweş in

Şêniyên navçeya Til Hemîsê spasiya Buroya Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ji  ber kutemenên kesên wê tev li erkê bibin kirin yek.

Hevserokatiya Buroya Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22`yê Çileyê de bi biryara hejmara 1 diyar kir ku tevlibûna erkê ji temenê 1-1-1990`î destpê dike.

Ji bo şîrovekirina deteyên biryarê Buroya Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê civînek ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re li Navenda Çandî lidar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, meclisên navçeyê, cîgirê hevserokatiya Buroya Parastinê ya herêma Cizîrê Hediye Şêx Hesen û hevserokatiya Daîreyê Nercis Yûsif tev li civînê bûn.

Hediye Şêx Hesen destnîşan kir ku biryar li ser daxwaze şêniyan hat û got: "Guhertinên dawîn di biryara erka xweparastinê de ji bo berjewendiya gel e û li ser daxwaza wan ji bo yekkirina temenê tevlibûna hêzên erka xweparastinê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn. Li gorî wê biryarê kesên temenên wan beriya 1990`î têne efukirin.

Piştre Nercis qanûnên erka xweparastinê şîrove kirin. Paşê deriyê nîqaş û pirsan û pêşniyaran hate vekirin. Şêniyan spasiya desteyê kir ji ber ku daxwazên wan anîn cih.

(şx)

ANHA


Mijarên Din