Şîlan Kobanê; Jina wêrek û berxwedêr

Şîlan Kobanê li dijî fikra malbatê û civaka xwe ya eşîrtî bi der ket û rêya têkoşînê hilbijart, bi wê re jî bû pêşeng, siyasetmedar û fermandar ku tevahî jinên şoreşger pê serbilind in.

Xwişka têkoşer Şîlan, Qudret Baqî bi van gotinan têkoşîna xweşka xwe wesf kir: "Şîlan ey kulîlka li serê çiyayên Kurdistanê, ey xwedawenda li Mezopotamyayê, ey fermandara jina şoreşger, tu xweşk û hevrêya min î, xwediyê çavên reş û porê zêrîn î. Ey xwedî cesareta bihêz ku hêza xwe ji xwedawend Eştar, Înana, Bêrîtan û Zîlanê yên li çiyayên Kurdistanê wergirtî."

Îro salvegera 16’emîn a şehadeta têkoşer Meysaa Baqî (Şîlan Kobanê) û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e. Şîlan endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) bû. Hêzên hikumeta Şamê û rejîma Tirkiyê di 29’ê Mijdara 2004’an de di dema Şîlan û hevrêyên wê bi erkekê li ser sînorê Iraq-Sûriyê radibûn, komployek li bajarê Mûsilê li dijî wan pêk anî.

Têkoşer Meysaa Baqî (Şîlan Kobanê) di 1971’an de di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan de hate dinê, malbata wê ji 9 ferdan (5 keç û 4 xort) pêk tê.

LI DIJÎ CIVAKA XWE Û HIKUMETA ŞAMÊ SERÎ HILDA

Şîlan di civakekê de ku tê de têgeha eşîrî û qeydên li ser çarenûsa jinan desthilat e, mezin bû. Qudret Baqî da zanîn ku Şîlan çavên xwe di civakekê de rola jinan di çarenûsê de tune ye, vekir. Ji lew re ji biçûkaniya xwe de serî li ber vê zihniyetê hilda.

Bi sedema rewşa dijwar a debarê û redkirina bavê Şîlanê ya şandina wê li dibistanê, Şîlan tevî malbata xwe di 5 saliya xwe de koçî bajarê Helebê bû. Di vî warî de Qudret Baqî wiha got: "Piştî em li mala nû bi cih bûn, bavê min, keçên xwe bi sedema ku civaka wan eşîrtî ye, neşandin dibistanê. Ji ber şerm bû keç ji mala xwe bi der keve. Lê dayika me piştgirî dida û digot; ez nihêlim keçên min, mîna te di nezanî û paşdemayînê de bijîn. Divê keçên min xwedî zanist bin."

Şîlanê ew qeydên eşîrtî şikandin, di dibistana xwe de serkeftî bû keça yekemîn ku diçe dibistanê. Şîlan di dawiya sale de asta herî bilind wergirt. Lê belê hat diyarkirin ku ew li dibistanê nehatiye qeydkirin. Gerînendeyê dibistanê digot; Meysaa çima tu li dibistanê nehatiye qeydkirin û rojane dewam dikî. Tu şagirtekî jîr û serkeftî yî. Meysa wiha jê re digot; Bavê min, nahêle ez werim dibistanê û dayika min bi nepenî piştevaniya min dike. Dîsa gerînende jê re dibêje; biçe wêneyekî takakesî û lênûska malbatê bîne, da ku navê te di sicilên dibistanê de qeyd bikin.

Qudret Baqî diyar kir ku ji vir Şîlanê serî hilda û dest bi isyanê li dijî malbatê kir û hişt ku malbat rêzê ji vîna û xwesteka wê re bide ku jin karibe çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Şîlan xwendina xwe temam kir, lê dema bû 12 salî hikumeta Şamê girt. Ji ber ku Şîlan tev li çalakiyên cenja Newroz bû û 5 rojan di girtîgeha Helebê ya Navendî ya şaxa Ewlehiya Siyasî de ma.

Dema Şîlan 9 salî bû, têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Malbata şehîd Şîlan ji malbatên yekemîn ên Sûriyê ku alîgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê kir. Şîlan taybetmendiyên xwe ji têkoşerên dîtir wergirt.

Şîlan dest bi pêngavên xwe yên têkoşîna kir û dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir û li ser xweşkên xwe israr kir ku fêrî zimanê kurdî bin. Qudret Baqî wiha di gotinên xwe de pê de çû: "Ez 4 salan ji Şîlanê biçûktir bûm û ez fêrî zimanê kurdî dikirim. Li rex xebatên xwe yên rêxistinî û siyasî di nava gel de, li Helebê ew mamosteya yekemîn a zimanê kurdî bû. Li kêlek wê jî xwendina xwe dewam dikir û yekemîn keça ku folklora kurdî li Helebê bi navê koma Agirî damezrand û tê de stranbêj bû, lê ez jî di koma dîlanê ya folklorî de bûm."

Di destpêka betlaneya havînê de, dema Şîlan 12 Salî bû israr kir û çû kampa Bekayê û li wir bi rêya bavê xwe rêber Abdullah Ocalan dît. Bavê wê jê re digot; keça min divê tu bixwînî û ji bo gelê xwe tê bikoşî. Ji ber tenê dayîna waneyên bi zimanê kurdî û beşdariya li komên stranê têrê nake. Ez bi te pir bawer im û divê tu bibî jineke siyasetmedar, bi hêz û pêşenga tevahî jinan.

TÊKILIYA ŞÎLANÊ BI XWIŞKÊN XWE Û BANDORA WÊ LI MALBATÊ

Têkoşber Şîlan piştgiriya xweşkên xwe ji aliya moralê ve kir û li rex wan li hember tevahî astengiyan kir, xebata li ser guhartina têgeh û zihniyeta eşîrtî ya malbata xwe kir. Qudretê beriya ku Şîlan xweşk û hevrêya xwe, ew mîna dayika xwe ya duyemîn hesiband. Xweşka xwe fêrî vîna xurt û xwedî biryar kir û hişt ku ji bo armancên xwe tê bikoşe. Di rojekê de Şîlan ji xweşka xwe Qudret re got; Dê bi berxwedan û israra xwe bi serkevî, ez jî gav ji armancên xwe bi paş ve naavêjim. Li gel Şîlanê rêbaza bawerkirinê hebû. Ferdên malbatê bi nîqaşên wê yên dirêj bandor dibûn.

Şîlan li hember bavê xwe disekinî û parastina dayika xwe dikir û ji dayika xwe re wiha digot: "Çima tu parastina mafên xwe nakî, zulmê qebûl neke û xwe ji zihniyeta desthilat re daneyne."

ŞÎLAN YEK JI JINÊN DESTPÊKÊ YÊN JI ROJAVA TEV LI REFÊN TEVGERÊ DIBE YE

Şîlan Kobanê di 1991’an de tev li reftên PKK’ê dibe û bi tevlêbûna xwe bandoreke mezin li gel ferdên malbatê yên pê ve girêdayî kir, rê ji tevahî jinên li herêmê û Rojava re çêkir ku tev li refên Gerîla bin. Jê jî xweşka wê Qudret. Şîlan ji keçên yekemîn ên Rojava tev li refên PKK’ê dibe.

Piştî derbasbûna 14 salan ji tevlêbûna Şîlanê, dema ku xwe amade dikir derbasî Rojava be, xweşka xwe Qudret dema berê xwe dida çiyayên Kurdistanê dît û Şîlan wiha dîtin wesf kir: "Em bi dema hefteyekê li Mosilê bi hev re man. Wê demê pir kêfxweş bû ku berê dide Rojave û min re digot divê ez biçim Rojava û li rex gelê xwe bisekinim, bi taybet li kêlek jinan, da ku xwe bigihînin azadiyê. Pêdiviya wan bi min heye."

Qudret Baqî wiha domand: "Dema min bihîst ew ê biçe Rojava, min qedexe kir. Ji ber rewşa li Rojava tevlihev bû û agahî gihaştibû hikumeta Şamê ku Şîlan bûye rêveberiya PYD’ê û endama Kongreya Gel û hikumetê dizanî ew ê derbasî Rojava be."

Lê Şîlanê wiha bersiva Qudretê da "Heke li kêlek gel û hevrêyên xwe di vê merheleya ku Sûriyê û Rojava tê re derbas dibe, nesekinim, dê çawa ji xwe re bibêjim ku ez jineke siyasetmedar di nava tevgera rizgariyê de me û şoreşger im. Dê li rewş çi be jî li rex gelê xwe bisekinim, heta ku werim girtin jî."

Qudret axaftina xwe bi Şîlanê re wiha bi bîr xist: "Me bi hev re li ser gelek mijar û bûyerên bi me re derbas bûne, nîqaş kirin. Me bawer nekir ku me hev du dît û Şîlanê digot; Qudret binêre ez bi te re me, ev ne angaşt e, lê belê rastî ye. Lê belê piştî nedîtina bi salan, min nikarî rondikên xwe kontrol bikira."

Qudret hin gotinên Şîlanê jê re digotin, bi bîr xistin û wiha got: "Her tim ji min re digot, divê em bi nasnameya jina şoreger tê bikoşîn û rizgarkirina jinan ji zihniyeta mêrdestiyê ji erkên jinên di tevgera rizgariyê de ne. Jin dikare xwe xwedî bike, dema zana bû, li rastî, nasname û cewhera xwe biger û li gel wê nêrîna azad hebe û xwe ji tevahî qeydên ferzkirî rizgar bike."

HEVDÎTINA DAWÎN DI NAVBERA QUDRET Û ŞÎLANÊ DE

Piştî 5 mehan Qudretê careke din Şîlan dît û 18 rojan bi hev re li Sûriyê man.

Qudret kêliyên dawîn ên bi xweşk û hevrêyên xwe re wiha wesif kirin: "Wê demê, Şîlan, Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan xwe amade dikirin ku biçin Rojava û pir bi coş bûn, ji bo wan rojeke pir girîng bû. Ji her hevalekî re li Rojava erkek li bendê wan bû û tevahî jî xeteriya rewşa li Sûriyê û sûcên rejîma Basê ya şovînst dizane.

Li gorî dema Iraqê, saet 08:40 bû, nakokî li ser rûyê tevahî hevrêyan diyarker bû, lê hevrê Fûad taştê bi lez amade dikir, hevrê Cemîl jî tiştên xwe amade dikirin, lê hevrê Zekeriya û Ciwan jî xwe amade dikirin. Şîlanê jî her tim ji min re digot; hay ji xwe hebe.

Qudret hevrêyên xwe yek bi yek bi rê kir, lê nizanî ew hevdîtina dawiyê ye û wiha bi dawî kir: "Piştî 4 saetan ji qutbûna me, agahiya şehadetê di 29’ê Mijdara 2004’an de dema derketina ji Mûsilê, gihaşt min. Cenazeyên wan li Goristana Şehîd Harûn a li çiyayên Qendîlê hatin veşartin. 

(fr)

ANHA


Mijarên Din