Sky Newsê li ser zimanê rayedarekî Tirk: Êrîş dê "Piştî çend kêliyan" dest pê bike

Li gorî Sky Newsê ku agahiyên xwe spartine alîkarekî serokkomarê Tirkiyê , artêşa Tirk dê piştî çend kêliyan dest bi êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Sky Newsê li ser zimanê alîkarekî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ragihand "Hêzên Tirkiyê dê piştî çend kêliyan artêşa Sûriyê ya Azad ber bi bakurê Sûriyê ve derbas bike."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand ku hemû dane sînyal nîşan dide ku êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike.


Mijarên Din