Sky News: Çete bi rêya Tirkiyê ji Idlibê derbasî Lîbyayê dibin

Tora Sky News ji çavkaniyên pêbawer ragihand ku  çete ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve, bi rêya Tirkiyê re ku bi balafirên şirketa El-Ecnîha ya Lîbî yên girêdayî Abuldhekîm Bilhac e tê kirin.

Tora Sky Newsê got, ku Bilhac yek ji fermandarên milisên tundrew ên Lîbyayê ye, ji beriya demekê ve li Tirkiyê dimîne, împaratoriya darayî bi piştgirya Tirkiyê û Qeter ve birêve dibe, ji ber beşdariya wî di gelek kiryarên terorîstî de niha ji aliyê serdozgeriya Lîbyayê ve tê xwestin û herî dawîn jî çeteyan ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve dibe.

 Tê zanîn ku duh serokê Rûsyayê Vladimir Putin, nerehetiya xwe ji aliyê veguhastina kesên tundrew ji parêzgeha Idlibê ber Lîbyayê ve anî ziman.

Hêjayî bi bîr xistinê ku berdevkê artêşa Lîbyayê Ehemd El-Mismarî roja 28`ê Hezîranê ragihand ku artêşê fermana girtina hemû welatiyên Tirkiyê yên li Lîbyayê dabû.

Têkildarî mijarê El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de ku li bajarê Benghazi hate lidarxistin got: "Destwerdaneke Tirkî-Qeterî heye, ev jî ji aliyê esmanî, darayî û bejahî ve ji berjewendiyên milîsên Terabulisê re."El-Mismarî wiha li axaftina xwe zêde kir:"Em ê projeya rêxistina Ixwan a terorîst li Lîbyayê hilweşînin."

Berdevkê artêşa Lîbyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiyê bi rêya balafirên xwe yên ku milîsên li bajarê Gharyan derbas kir re, rêya esmanî vekir."

(eh)


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir