​​​​​​​Sûka sebzeyan a Amûdê di aliyê bazirganî û aboriya jinan de gaveke nû ye

Vekirina sûka sebzeyan a taybet bi jinan li navçeya Amûdê, di aliyê xebatên aborî yên jinan de gaveke nû bû û derfetên kar ji bi dehan jinan re peyda kir. Ji roja yekê ya vekirina sûkê ve ji ber buhayên erzan, tevgera şêniyan zêde bû.

Ji bo peydarkirina derfetên kar û pêdiviyên şêniyan, Rêveberiya Xweser û Komîteyên Aboriyê hewl didin ku projeyên aboriyê ku sîstema xwetêrkirinê bi cih tîne, bi pêş bixin.

Yek ji projeyên başkirina rewşa jiyanî ya jinan bi taybet û peydakirina derfetên kar ji bo wan, projeya sûka sebzeyan û madeyên xwarinê ye ku Komîteya Aboriya Jinan a girêdayî Kongreya Star a navçeya Amûdê vekiriye.

Armanc ji projeyê ew e ku bihabûn sivik bibe û rê li pêşiya keysbaziya hin bazirganan bê girtin. Ji ber buhayên daketî yên sûkê li gorî sûkên din ên giştî, şênî sûdê digirin.

Ji roja yekê ya vekirina sûkê ve ku di 15`ê Gulanê de bû, tevgera şêniyan li sûkê zêde bû. Li sûkê cureyên sebze û fêkiyan, madeyên xwarinê, madeyên paqijkirinê û pêdiviyên jinan tên dîtin, her wiha beşek ji bo firotin û kirêkirina cilên folklorî yên Kurdî hatiye veqetandin.

2 rêveberên Komîteya Aboriya Jinan çavdêriya firotina madeyan dikin û 10 jinên di nobetê bi roj û êvarê kar dikin û pereyên cuda distînin. Rojane sûk heta saet 7`ê êvarê vekirî dimîne.

Sebze ji baxçe û koperatîfên girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a herêma Dêrikê û navçeyên Tirbespiyê û Amûdê tên peydakirin. Her wiha  madeyên xwarinê ji kargehên "Demsal" ên navçeyên Dirbêsiyê tên girtin.

 

PROJE DERFETA KARKIRINÊ LI PÊŞ JINAN VEDIKE

Yek ji rêveberên Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Amûdê Sûad Nesan ji ANHA`yê re diyar kir ku armanca wan ji vekirina sûkê ew e ku barê şêniyan sivik bikin û keysbaziya hin bazirganan ku pêdiviya şêniyan di vê rewşa aborî ya zehmet de bi kar tînin, bi dawî bikin.

Sûad wiha got: "Gava ku Komîteya Aboriya Jinan avêtiye, derfetên kar ji jinan re peyda bikin û rê dide wan ku debara xwe bi xwe  bikin."

Li gorî Komîteya Aboriyê, tê payîn ku depoyek ji bo sebzeyan bê vekirin.

Xebatkara bi navê Emel Mihemed ku ji şêniyên bajarê Qamişlo ye, ji roja yekê ve di sûkê de kar dike û bang li hemû jinan dike ku debara xwe bi xwe bikin. Emel dibêje ku karê wê di sûkê de erênî ye.

Welatiya bi navê Cewza Ehemed jî ku di sûkê de digeriya, kêfxweşiya xwe li ser vekirina sûkê anî ziman û wiha got: "Ev sûk baş e, ji ber ku em hemû pêdiviyên xwe bi buhayên erzan dikirin."

Cewza Ehmed diyar kir ku buhayên li sûkê li gorî rewşa şêniyan a aborî ye û ji buhayên sûkên din cuda ye. Ev yek dihêle ku xwediyên dikanên din buhayên madeyên xwe kêm kêm bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din