Sûka navendî ya bajarê Serêkaniyê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker sûka navendî ya navenda bajarê Serêkaniyê topbaran dike. Topbaran ji aliyê bejahî û asmînî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin.

Topbarana li ser sûka navendî ya li taxa Ronahî ya navenda bajarê Serêkayê tê kirin.

Serêkaniyê ji 3 aliyan ji taxa Hewarna ya bakur, bajarokê Til Helef ê rojava û herêma pîşezasî ya rojhilat rastî êrîşan tê.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa me re diyar kir ku 3 hezar çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê dikin.

Di êrîşê de topbaran ji aliyê bejahî û asîmanî li ser navenda bajarê Serêkaniyê û derdora wê tê kirin.

Şervanên QSD`ê û sivîlên di bajêr de li dijî êrîşên dagirkeran û hewldanên dagirkeriyê parastisna bajêr dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din