Siyasetmendarekî Sûrî hişyariya destpêkirina xewna mêtîngeriyê kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên bi armanca tunekirina nasnameya Sûrî li herêmên dagirkirî ji guhertina demografîk bigire heta ferzkirina pereyên Tirkiyê û nasnameya kesayetî zêde kirine. Çalakvanê muxalif ê Sûriyê Bedir Mensûr dibêje ev kiryar wekî gava destpêkê ya îlhaqkirina van herêman bi Tirkiyê ve ye.

''Hikumeta Înqaz" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê dest bi belavkirina nasnameyên kesayetî li herêmên ku dagir kirine kiriye kir. Armanc ji vê gavê qutkirina herêmên dagirkirî ji Sûriyê ye.

Çalakvanê siyasî û muxalifê Sûriyê Bedir Mensûr girêdayî mijarê axivî û got: "Destpêkê divê em ji mijara ferzkirina nasnameyan û pereyên tirkî matmayî nemînin. Projeya parçekirinê heye. Rewş niha wisa ye. Lewra herêm ber bi parçebûnê ve diçe, nemaze ku Sûriyê dabeşî 4 herêmên hêzan hatiye kirin; Tirkiyê, Rûsya, Îran û Amerîkayê."

Mensûr destnîşan kir ku girêdayî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de "Xewna Tirkiyê dewleta Osmanî vegerîne, ji bo vê xewnê pêk bîne divê xakeke berfireh tev li xwe bike. Vê yekê niha li Sûriyê, Lîbya û Iraqê dike."

'HERÊM TÊ TIRKKIRIN'

Mensûr destnîşan kir ku herêm bi rêya gelek aktoran ber bi terkkirinê ve diçe û ew aktor wiha rêz kir "Pere, nasname, ziman, zanîngeh û perwerde. Tişta ku li ser qada Sûriyê rû dide, mijareke gelek xeter e. Ji ber ku destpêka pêkanîna xewna mêtîngeriyê bi pêkanîna aktorên navborî dest pê dike. Ya herî xeter hildana ala Tirkiyê li asîmanê Sûriyê ye."

Çalakvanê siyasî Bedir Mensûr îşaret pê kir ku aktorên ku li jor hatin bibîrxistin destpêka îlhaqkirina vê herêmê ye û wiha axivî: "Mixabin xeterî ew e ku beşek mezin a erebên suna û tirkman ên di hembêza Tirkiyê de li herêmên dagirkirî biryara îlhaqê pejirandine, ev jî encamên fikirên wan ên teng, şerê mezhebî ku Tirkiyê, Îran û rejîma Sûriyê li ser dixebite."

Mensûr diyar kir ku xeterî ew e ku biryara derbasbûna Tirkiyê encamê pêşwazîkirina çeteyên artêşa Niştimanî ya ku Tirkiyê ava kiriye, pêk hat. Plana Tirkiyê destpêkê li Sûriyê mêtîngerî û dagirkirina parçeyên ji vî welatî ye.

Mensûr got: "Gelek efserên Sûrî yên ku veqetiyan welatparêz bûn, ji ber vê projeya Tirkiyê li Sûriyê wê wan kesayetan matmayî bihêle, ji ber vê yekê Tirkiye ew bi fîzîkî qetil kir an ew dersînor kir û çete li şûna wan danîn ku Tirkiye dikare dilsoziya wan bi hêsanî bikire, ji ber vê yekê Tirkiyê bi rêya wan çeteyan hembêzek ji xwe re li herêmê çêbike."

Çalakvan û muxalifê siyasî yê Sûrî Bedir Mensûr bang li Sûriyan kir ku ji xeteriya van kiryaran hişyar bin û got: "Divê em girîngiyê tenê nedin nasname û pereyê li me hatiye ferzkirin, di heman demê de em girîngiyê bidin hildana ala Tirkiyê û xelkê hişyar bikin û girîngiyê bidin rêxistinên ku hewl didin fikirê sivîl û welatparêziyê li wan herêman."

ANHA


Mijarên Din