Siyasetmedarên misirî: Dê biryarên yekalî yên têkildarî bendava Nahdayê aloziyê kûrtir bikin

Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê di danişîneke têkildarî bendava Nahdayê de diyar kir ku ew piştgiriya keda Yekitiya Afrîkayê ya ji bo çareserkirina aloziyê dike ku ji ber projeya hîdroelektrîkê ya Etiyopya ya li ser çemê Nîl lê dike, derketiye. Ji ber wê projeyê di navbera Etiyopya û Misir û Sûdanê de alozî heye. Her wiha wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî eşkere kir ku dê bendava Nahdayê jiyana zêdetirî 150 milyon welatiyên Sûdan û Misirê bixe xetereyê.

Balyoza DYA’yê li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft ku banga lidarxistina vê danişînê ji ber Misirê ve kiribû, wiha got: "Haya DYA`ê ji hewldanên dawîn ên Yekitiya Afrîkayê yên ji bo hêsankirina têkiliyên di navbera her sê welatan de yên têkildarî bendava Nahdayê heye."

Kelly Craft wiha lê zêde kir: "Ev pirsgirêk ji bo Meclisa Ewlehiyê hate pêşkêşkirin ji ber ku dem kin e û dibe ku deriyê gihîştina hevpeymanekê di demeke nêz de bê girtin". Her wiha bang li her sê welatan kir ku tu tedbîrên ku gihîştina hevpeymanekê asteng dikin, negirin.

Gelek kesên din ku di vê danişînê de axivîn, heman nêrîn parve kirin û destnîşan kir ku êdî Yekitiya Afrîkayê sponseriya vê dozê dike.

Lêkolînerê têkiliyên navdewletî yê ji Misirê Mihemed Hamid jî got danişîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî bendava Nahdayê pir bi hêz bû. Hamid destnîşan kir ku Misirê karîbû metirsiyên xwe ji civaka navdewletî re eşkere bike û hemû aliyan bikişîne nîqaşên ji bo vê dozê. Vê yekê Etiyopya pir bi hêrs kir.

Hamid ji ANHA’yê re daxuyand ku axaftina wezîrê karên derve yê Misirê pir bi baldarî hatibû nivîsandin û hemû pirsgirêkên girêdayî bendavê û bandorên neyînî li ser Misirê reva kir. Her wiha dîroka dan û standinên di navbera Misir û Etiyopyayê de bi bîr xist û behsa hemû dozên din kir. wezîrê karên derve piştrast kir ku Misir dikare gelê xwe biparêze û bang li civaka navneteweyî kir ku di vê derbarê de bi berpirsiyarên xwe rabe.

Lêkolînerê misirî bal kişand ser ku dê Qahîre heta du hefteyên din bisekine ku dibe însyatîfa Yekitiya Afrîkayê encameke baş bi xwe re bîne. Lê belê ji ber serweriya Etiyopyayê li ser Yekitiya Afrîkayê, Misir ji vê danişînê ne bi hêvî ye. Lewra di dema pêş de dê careke din li Meclisa Ewlehiyê vegere û biryarekê bide ku rê nade Etiyopyayê tu biryarên yekalî yên zirarê digihîne Misir û Sûdanê, bigire.

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Misirê Cemal Rayif jî diyar kir ku danişîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî bendava Nahdayê bi serkêşiya Fransayê, aram bû. Her wiha destnîşan kir ku di danişînê de lihevkirina pîvanan û lêvegera çareseriyê ku xwediyên "veto"yê erê kirine, derketiye pêş, ev jî tiştekî erênî ye. Piraniya beşdaran banga rawestandina hemû gavên yekalî kirin, ku ev jî wekî destkeftiyeke destpêkê ya Misirê di yekem danişînên Meclisa Ewlehiyê yên têkildarî vê yekê tê hesbandin. Beşdaran her wiha piştgiriya çareseriya aştiyane ya aloziyê û girîngiya berdewamkirina dan û standinên cidî yên ji bo çareseriyê kirin, lê belê başûrê Afrîka û Nîjerê bal kişandin ser rola Yekitiya Afrîkayê û girîngî dan çareseriya ji aliyê Afrîkayê ve.

Rayif ji ANHA`yê re daxuyand ku DYA di wê qonaxê de girîngiyê dide pabendbûna her sê welatan bi negirtina tu tedbîr an gavên yekalî. Rûsyayê jî tekezî bi lihevkirina pîvanan kir ku sala 2015`an di navbera her sê welatan de hatibû îmzekirin, ku balyozê Brîtanyayê jî tekezî bi girîngiya wê hevpeymanê kiribû. Fransayê di axaftina xwe de piştgiriya xwe ji hevpeymanê re anî ziman, Çînê jî diyar kir ku ew amade ye alîkariyên ku xizmeta gihîştina lihevkirinekê di navbera wan welatan de dike, pêşkêş bike.

Lêkolîner û siyasetmedarê misirî bal kişand ser ku axaftina wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî piştrast dike ku dê Misir berjewendiyên gelê xwe biparêze û bikaranîna yekalî a bendavê dê bi xwe re karesatan bîne. Her wiha destîşan kir ku axaftina wezîr dirêj, hûrgil û bi hêz bû û îşaret bi rola aloziyê di zêdekirina stresa li herêmê de kir. Her wiha diyar kir ku Misir hemû tedbîrên yekalî red dike û zirarên avakirina bendavê li ser gelên Misir û Sûdanê diyar kir û xeta rêveçûna dan û standinên ku deh salan dirêj kir şîrove kir, her wiha çawaniya rêgirtina dan û stadinan û xebata Misirê di tevahî gerên dan û standinê de bi awayekî erênî, zelal kir.

Lêkolîner û siyasetmedar bi bîr xist ku wezîrê karên derve yê Misirê da zanîn ku divê mekanîzmayeke çareserkirina nakokiyan hebe ku hemû alî ji bo gihîştina lihevkirineke di pêşerojê de li gorî wê tev bigerin. Her wiha destnîşan kir ku Misirê banga Başûrê Afrîkayê ya têkildarî nîqaşên taybet ên ji bo bendava Nahdayê, qebûl kiriye û diyar kir ku Etiyopya di wan dan û standinan de soza nepêkanîna tu gavên yekalî da, ev yek îspat dike  ku Misirê siyaseta heyî qebûl nake. Wezîrê karên derve piştrast kir ku bikaranîna yekalî ya vê bendavê dê li ser astê aborî û ekolojî bi xwe re kerasetan bîne û gefê li aramiya li herêmê bixwe.

Wezîrê karên derve wiha axaftina xwe berdewam kir: "Axaftina Etiyopyayê pir lawaz bû û hêrsa Etiyopyayê ji gihîştina ber deriyên Meclisa Ewlehiyê diyar dikirin. Nûnerê Addis Ababayê diyar kir ku Etiyopya li gorî rêgezên NY’yê tevdigire. Ji axaftina Etiyopyayê tê fêmkirin ku ew dixwaze ne bi rêya mekanîzmaya Meclisa Ewlehiyê lê belê di çarçoveya Yekitiya Afrîkayê de tev li dan û standinan bibe. Li gel wê jî bi dirêjahî li ser xizantiya li Etiyopyayê û pêwîstiya welat bi bikaranîna bendava Nahdayê, axivî û diyar kir ku tu zirarê nagihîne berjewendiyên Misir û Sûdanê. Piştre dîsa nûnerê Etiyopyayê behsa vegera li Yekitiya Afrîkayê kir.

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din