Siyasetmedarên jin: Yek ji armancên êrîşan hedefgirtina şoreşa jina azad e

Endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Helebê destnîşan kirin ku  artêşa Tirk a dagirker ji êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jina azad hedef bigire. Jina ku bûye nimuneya têkoşîna jinê li ser astên siyasî û leşkerî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve bi tevahiya çekên giran û qedexekirî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di heman demê de Hêzên Sûriye Demokratîk li berxwe didin, ax û gel ji êrîşan diparêzin.

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê bajarê Helebê di hevdîtinekê de li gel ajansa me bang li dewletên cîhanê kirin ku ne tenê daxuyaniyan bidin lê belê bilivin û bi awayekî piratîk êrîşan û komkujiyên der heqê sivîlan de rawestînin.

Endama Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Helebê Selwa Mihemed êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe ve kesayeta jina azad dike hedef ji bo ku vîna wê bişkîne.

Selwa  got: “Kesayeta jina azad û demokratîk ji dewtela Tirk  a dagirker û çeteyên cihê metirsiyê ye. Ev tişt di hedefgirtina şehîd Hevrîn Xelef sekretera giştî ya Partiya Sûriye Demokratîk û rêbaza qetilkirina wê bi awayekî hovane ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve diyar bû. Tevahiya dewletan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bakurê Sûriyê şermezar kirin. Lê bi awayekî piratîk nelivîn, dagirkeran tevî çeteyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dernexistin û jiyana sivîlan ji komkujiyan xilas nekirin.”

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk Elîfa Hesen, got dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe tunekirina şoreşa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. Elîfa got: “Ji ber ku di raya giştî û cîhanî de ew bûye nimuneya jina têkoşer û azad. Lewra dewleta Tirk naxwaze mîna vê nimuneyê bibe tovika destpêkirina şoreşa jinê li cihanê, Tirkiyê û herêmê bi taybet.”

Endama rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Nêrgiz Bekir binpêkirin û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê şermezar kir û got: "Armancên êrîşên artêşa Tirk a dagirker dubarekirî ne. Jin û zarokan dikin hedef ji bo ku qirkirinê temam bikin. Lê berovajî wê jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe, karîna xwe di berxwedanê de, xweparastin û  parastina gel û axa xwe isbat kir. Lewra artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di êrîşên xwe de dê jinê bi taybet bikin hedef. Qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef delîla vê yekê ye."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din