Siyasetmedarên Ereb ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo destwerdanên dewleta Tirk a di xaka Sûriyê bi hewldanên "Xeter" bi nav kirin û gotin ku armanca Tirkiyê zindîkirina împratoriya Osmanî ye. Siyasetmedaran bang li Komkara Ereban kir ku ji bo rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê destwerdanê bikin.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac îşaret bi vê yekê kir ku aloziya Sûriyê rê li ber gelek dewletan vekir ku ji boyî berjewendiyên xwe destwerdanê di Sûriyê de bikin û got: "Destwerdanên biyanî yên di Sûriyê de ji aliyê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin."
El-Selac diyar kir ku Tirkiyê ji dewletên ku herî zêde çavê xwe berdaya xaka Sûriyê û wekî berdewama projeya Osmanî ya ji wîlayeta Musil û Kerkûkê dibîne û got: “Aloziyê Sûriyê ji Tirkiyê re fersendek bû da ku xaka Sûriyê dabir bike û beşekê jê qut bike mîna ku beriya niha Lîwa Îskenderon qut kir.”
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac bang li dewletên Ereban, bi taybet Misir û Erebistana Siûdî kirin ku rola xwe ya bersivandina dijminahiya Tirkiyê ya li xaka Sûriyê pêk bînin û nehêlin serweriya wê were binpêkirin.
Rêvebera Desteya Niştimanî ya Erebî Mawa El-Herb diyar kir ku dewleta Tirk xeteriyek mezin li ser xaka Sûriyê û serweriya wê ye û bang li dewletên Erebî kir ku nehêle Tirkiyê demografyaya herêmên dagirkerî biguhere.
Mawa El-Herb daxuyaniyên dewleta Tirk ên avakirina "Herêma ewle" li Bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "Armanca Tirkiyê ne avakirina herêma ewle an vegera koçberan e, lê belê yekitiya xaka Sûriyê û parçekirina wê dike hedef."
Rêvebera Desteya Niştimanî ya Erebî Mawa El-Herb bang li dewletên Erebî ku di rêya Komkara Ereban de destwerdanê bikin û nehêlin artêşa Tirk a dagirker xaka Sûriyê dagir bike.
ANHA