Siyasetmedarekî tûnisî: Erdogan hewl dide kevana sûnî xêz bike

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê tûnisî Nîzar Celîdî got ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide bi rêya xêzkirina kevana sûnî ku di bin serweriya wî de be dewleta Osmanî zindî bike. Her wiha destnîşan kir ku Erdogan li dijî kurdên li Sûriyê komkujî pêk anîn û hêmanên jiyanê dirûxîne.

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê û Tûnisê û sûcên li dijî kurdên li Sûriyê, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê tûnisî Nîzar Celîdî ji ANHA'yê re nirxandin kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

HÛN MUDAXELEYÊN ERDOGAN ÊN LI HERÊMÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Ji her kesî re diyar û eşkere ye ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide bîranîna dewleta Osmanî ji rojhilat û rojava, bakur û başûr, ji Lîbya heta Yemenê û ji Bexda heta Sûriyê zindî bike. Hewl dide ku kevana sûnî ew dixwaze xêz bike, ku dewleta sûne ya mezin li herêmê ku Erebistana Siûdî ye bistîne.

BI NÊRÎNA WE, GELO WÊ ERDOGAN DI VÊ GAVÊ DE BI SER BIKEVE?

Erdogan hewl dide ku ji okyanûsê bigire heya kendavê û ji rojhilatê Deryaya Spî heya tixûbên Yemenê kevana Sûnî ava bike. Di hewleke mixabiniyê de ku ew dixwaze di hundirîn de wêneyê xwe biguhere, ji ber ku pirsgirêkên wî yên mezin hene, nemaze têkçûna lîreya Tirkî ya berbiçav û ketina giranbûna wî li Tirkiyê.

TEVÎ BINKEFTINA WÎ, GELO WÊ ERDOGAN ÇI BI DEST BIXE?

Ya ku diqewime danûstandinên ku ji hêla Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hatine encamdan e, dibe ku aliyê neteweperest yê Tirkan dixe zorê û wêneyek kevnar derdixe pêş ku ew ê di yek de di xeyala xwe ya 2023'an de bi ser bikeve.

HÛN BINPÊKIRINÊN ERDOGAN LI SÛRIYÊ ÇAWA DIBÎNIN?

Rastî dibêje ku Erdogan li pêşiya sûcekî şer e ku li dijî kurdên li Sûriyê pêk tîne û hemû hêmanên jiyanê dirûxîne û tundiyê bi kar tîne. Her wiha ya giştî ya cîhanê dixapîne, bi taybet li Bakurê Sûriyê.

LI SER MUDAXELEYÊN ERDOGAN ÊN DI YEMENÊ DE HÛN ÇI DIBÊJIN?

Li Yemenê jî, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ku bi hêzên koalîsyonê re şer bike, hewl dide fitneyê belav bike. Dibe ku ew ê ji bo bêdengiya xwe peymanek bigire, lê ew ê bêyî berjewendiyek axaftina xwe bidomîne.

GELO DESTWERDANÊN TIRKIYÊ LI TÛNISÊ HENE?

Destwerdana Tirkiyê li Tûnisê bi rêya platforma Îxwan El-Muslimîn a ku Tevgera Neda ya li Tûnisê temsîla wê dike diyar û eşkere ye. Di navbera Raşid El-Xenûşî û Erdogan de tevkariyeke rasterast heye, tevî ku pêşbaziyek veşartî di navbera wan de ji bo serokatiya Îxwan El-Muslimîn heye.

GELO TIRKIYE ÇI RÊBAZAN BI KAR TÎNE DA KU LI TÛNISÊ HEBÛNA XWE ÇÊBIKE?

Tirkiyê bi berhemên xwe yên Tirkiyê bazarên Tûnisê dagir kir û berhemên tûrîzmî yên Tirkiyê firot ku bû hola yekem a îxwnan anku platform û gelek tûnisî berî didinê.

Ji wê zêdetir, têkiliyên aborî bi guman û dosyayên mezin ên gendeliyê di navbera şêxa terorîst li Tûnisê Raşid El-Xenûşî û lîderê terora cîhanê Erdogan de hene.

GELO ERDOGAN DIKARÎ MÎNA SÛRIYÊ, TÛNISIYAN BIKE ÇETE?

Aloziya tûnisiyên ku li Sûriyê bûn, heye. Di vê mijarê de di navbera Tevgera Neda û Tirkiyê de tevkariyeke veşartî heye. Zêdeyî 4 hezar tûnisî yên li Sûriyê bûn, ji bo Lîbyayê hatine şandin. Li benda fermanekê ne ku ewlehiya Tûnisê xirab bikin.

HÛN HELWESTA ENDAMA PARLAMENTOYA TÛNISÊ EBÎR MÛSA ÇAWA DINIRXÎNIN?

Xwepêşandan û çalakiyên ji aliyê Partiya Destûra Azad ve ya bi serkêşiya Ebîr Mûsa gavek ber bi rêya dirust ve ye da ku gelê Tûnisê bi planên ku di bin qubeya parlamentoyê ya ku koma Îxwan tê de ye û yên ku piştgiriyê didin re bide nasîn.

Bloka Destûra Azad niha hewl dide bi hemû hêza xwe kolanê seferber bike ku karibe dengê terorîstan qels bike, ji ber ku em li ser xetên têkiliyê ne, ku xetên agir in. Tixûbên me bi terorîstên ku Erdogan ew kom kirin re mayîn kirine, bi navê cîhadê bi jinan re dizewicin. Operasyona dawîn bersiva herî guncaw ji wan re ye. Ev yek piştrast dike ku Tûnis li dijî terorê ye.

Bi nêrîna we gelo wê helwesta Ebîr Mûsa di kêmkirina Tirkiyê û terorê de bi ser bikeve?

Yekemîn car piştî 11 salan di bin qanûnek parastina bloka ewlehiyê de, bloka parlamenter Abîr Mûsa bi rengek an awayek din bi ser ket ku xwe ji bo danişînek gelemperî amade bike ku dê di nîvê Cotmehê de li dijî Tevgera Nehda û terorê be


Mijarên Din