Siyasetmedarê Rûsyayê: Erdogan amade ye ji NATO’yê derkeve

Serokê Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûsyayê Vladimir Jirinovski piştî hevdîtina bi Erdogan re got Erdogan amade ye ji NATO’yê derkeve

Di têkiliyên DYA û Tirkiyê de di van demên dawîn de nakokiyên dijwar derdikevin.

Ew nakokî jî piştî yekalîbûna Enqereyê ya israrkirina kirîna pergala parastina asîmanî ya moşekên Rûsyayê yên S-400 bû û ew jî li ber balafirên NATO’yê xetere ne.

Çavdêran îşaret bi rewşa siyasî kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi têkiliya bi Enqereyê re xwest derbeyekê li NATO’yê bixe, bi taybet ji ber Enqere parçeyeke ji vê koalîsyonê ye.

Serokê Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûsyayê Vladimir Jirinovski hin daxuyaniyên hêjayî nîqaşê der barê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ragihandin.

Di daxuyaniyên xwe yên bi rêya Telegramê de  Vladimir Jirinovski anî ziman ku 2 caran bi Erdogan re hevdîtin pêk aniye û Erdogan ew agahdar kir ku welatê wî amade ye ji NATO’yê derkeve û wiha diyar kir: "Tirkiyê endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) dixwaze, lê YE’yê red dike. Tirkiye daxwazên YE’yê dipejirîne lê ew tev li endamtiya xwe nake. Tirkiyê yê yekemîn ji dewletên ku tev li NATO’yê bû, ji ber cihê wê guncaw e li dijî kiryarên Rûsyayê bisekine."

(fr)


Mijarên Din