Siyasetmedar û rewşenbîr rola Rûsyayê ya di aloziya Sûriyê de rexne dikin

Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê siyasetên Rûsyayê yên Sûriyê rexne kirin û gotin: “Rûsya ji bo berjewendiyên xwe aloziya Sûriyê dike bazarê. Dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê yekîtiya xaka Sûriyê û xwîna gelê herêmê pêk bîne. Em  bang li Rûsyayê dikin ku carek din li siyasetên xwe vegere û hewl bide dagirkeriya Tirk tune bike.”

Herêma Sûriyê di pêvajoyek giran re derbas dibe. Ji bo berjewendiyan, nakokî di navbera dewletan de derdikevin, herêm dikeve mijara bazaran û destwerdanên derve zêde dibin. Ev dewlet şertên şer bi kar tînin da ku siyasetên xwe li ser gelê Sûriyê ferz bikin. Yek ji van dewletên sereke Rûsya ye. Rûsya yek ji hêzên sereke û nakok li Sûriyê tê hesibandin. Heta niha nikarî atmosfera ewlehî û aştiyê bi cih bîne û yekitiya xaka Sûriyê biparêze. Lê belê hewl da bi lihevkirinên xwe Tirkiyê re Sûriyê parçe bike.

Girêdayî wê rewşenbîrên herêma Efrînê rola Rûsyayê ya li Sûriyê nirxandin. Di heman demê de siyasetên Rûsyayê ku di encamê de Efrîn hat dagirkirin û rê li pêşiya Tirkiyê hate vekirina da ku xaka Sûriyê parçe bike, rexne kirin.

‘Rûsya aloziya Sûriyê gurtir dike’

Hevserokê Yekîtiya Rewşebîran a Kantona Efrînê Osama Ehmed dibêje: "Rûsya aloziya Sûriyê gurtir dike. Rûsya ji ber siyaseta xwe ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê, bû sedema tevliheviya qanûnî. Bi giştî li herêmê hişt ku aliyên tundrew mîna Cebheta El-Nusra ya li Idlibê helwestên hişk nîşan bidin û derketina wan ji herêmê asê bibe.”

Ehmed destnîşan ku divê Rûsya li siyaset û têkiliyên xwe yên bi dewletên Rojhilata Navîn re, veger û hewl bide aştî, ewlehî û yekîtiya xaka Sûriyê biparêze.

‘Rûsya tenê berjewendiyên xwe diparêze’

Rewşenbîrê bi navê Mihemed Welîd got: "Rûsya rolek sereke di êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê de lîst. Rûsya rê li pêşiya Tirkiyê vekir da ku Efrînê dargir bike. Ev siyaset ji Rûsya ne dûr in. Rûsya di dîroka xwe de tê naskirin ku dewleteke tenê li berjewendiyên xwe yê li ser hesabê parçekirina xaka dewletên din digere. Rûsya rolek mezin di lihevkirina Saykis Bîko de lîst. Encam de Rojhilata Navîn û Kurdistan hate parçekirin.”

Di dawiyê de Welîd tekez kir ku Rûsya hîna li berjewendiyên xwe digere û ji bo pêkanîna armancên xwe ewlehî û yekîtiya xaka Sûriyê dixe xeteriyê. Her wiha rê li pêşiya Tirkiyê vekir da ku beşên ji Sûriyê qut bike, di serî de Efrîn.

‘Paşguhkirina binpêkirinên Tirkiyê aloziyê kurtir dike’

Rewşenbîra bi navê Avesta Ibrahîm got: "Rûsya bi siyaseta paşguhkirina binpêkirin û sûcên Tirkiyê li Sûriyê, aloziya Sûriyê kurtir dike. Ruxmî ku Rûsya îdia dike ku wek dewletek misogerkerê mafên gelê Sûriyê û parastina yekîtiya wê derbasî Sûriyê bû, lê rewş berovajî wê isbat dike. Ji ber ku Rûsya bû sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û di encama peymanên wê bi Tirkiyê re xaka Sûriyê hate dagirkirin û parçekirin.

Avesta tekez kir  ku gelê Sûriyê bi Kurd, Ereb, Ermen û Suryanê xwe ve berdewamkirina dagirkeriya Tirk an jî parçekirina xaka Sûriyê qebûl nakin. Avesta got: “Dê berxwedanê heya bi dawîkirina tevahiya cureyên dagirkeriyê berdewam bikin.”

Di dawiya gotinên xwe de Avesta bang li Rûsyayê kir ku li siyasetên xwe vegere, binpêkirinên xwe yên li ser gelê Sûriyê rast bike û hewl bide dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxe bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din