Siyasetmedar û malbatên şehîdan: Tirkiye bi berdewamkirina tecrîdê aştî û çareseriyê asteng dike

Siyasetmedar û malbatên şehîdan ên Girkê Legê berdewamkirina tecrîdê li ser Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve bi astengkirina aştiyê û çareseriyên pirsgirkên Rojhilata Navîn bi nav kir û piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya çeteyan li herêmê serwer be. 

Hikumeta Tirkiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe dike. Di wê derbarê de şêniyên herêmê, partiyên Kurdî û saziyên Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ji ser Ocalan rakin.

Girêdayî mijarê, ajansa nûçeyan a Hawarê, nêrînên hin siyasetmedar û malbatên şehîdan li ser armancên Tirkiyê ji berdewamkirina tecrîdê, girt. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed wiha got: "Armanca siyaseta dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn, êdî ji her kesî ve xuya ye. Tirkiye dixwaze ji nû ve dewleta Osmanî ava bike. Destwerdana wê li Sûriyê, Lîbya, Iraq, Yemen, Azerbêcanê û hwd, vê yekê piştrast dike. Lê belê fikr û perespektîfên Rêber Abdullah Ocalan û projeya netewa demokratîk ku pêşkêş kiriye, li pêş Erdogan dibe asteng. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe û pêkanîna projeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xist û gelên din teşwîqî azadiyê û redkirina projeyên dagirkeriya nû û mêtîngeriyê kir. Ji lewra, dewleta Tirk tecrîda li ser Ocalan dewam dike da ku fikr û nêrînên nû yên azadiyê negihêjin gelan û projeyên aştî û demokrasiyê tune bibin."

Mihemed piştrast kir ku rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan, rêya tekane ya çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê ye.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Newaf Îbrahîm jî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: "Tirkiye dewleteke faşîst e û li dijî azadiya gelan û pêkanîna aştiyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Lê belê, rêgezên ku Ocalan bi projeya netewa demokratîk behsê dike, banga pêkanîna aştiyê di nava hemû pêkhateyan de û bidawîkirina şer dike. Ji lewra, ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk şerê vê projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û pêkanîna aştiyê asteng dike. Her wiha tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike da ku fikrên wî û çareseriyên alozî û pirsgirêkên heyî yên li herêmê, negihêjin gel."

Endama PYD`ê Yildiz Cimo jî wiha got: "Ji ber siyasetên Tirkiyê û şandina çeteyan û terorîstên DAIŞ`ê ji bo parçekirina gelan û dagirkirina herêmê, Rojhilata Navîn veguheriye qadeke terorê."

Yildiz tekez kir ku çareseriya wan hemû pirsgirêkan bi pêkanîna fikr û projeya netewa demokratîk ku Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku tecrîdê rakin û Ocalan azad bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din