​​​​​​​Siyasetmedar: Çi destûr bê danîn divê parastina yekitiya Sûriyê bê kirin

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku pêwîst e di formekirina destûra nû ya Sûriyê de mafên tevahî pêkhateyan hebe û bingehên rizgarkirina Sûriyê ji dagirkeran bên danîn.

Mijara destûra Sûriyê nîqaşa bingehîn ji gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê re ye. Têkildarî vê yekê panel û diyalogên bênavber ji bo nîqaşkirina çawaniya destûra Sûriyê ya nû, garantiya maf û xwestekên alî û tevahî pêkhateyan tên lidarxistin. Her wiha da ku tê de nasname û Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî hebe.

Xebata dawîn a ji bo nîqaşkirina destûra nû, civîna diyalogê ya li Qamişlo ya di 24’ê vê Cotmehê de bi dirûşma"Proje; bi hev re ber bi beşdariya destûreke baş ve" hat lidarxistin.

 ‘YEKITIYA NÎŞTIMANÎ ÇEKA AKTÎF A DERXISTINA DAGIRKERAN E’

Endamê Desteya Koordînasyona Nîştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratî Beşîr Seîd wiha got: "Divê em destûreke hemî xwestek û hêviyên gelekî ku pir azar dîtî ava bikin. Divê em der barê vê rewşa nû ku li ser sûriyan re derbas dibe baş bidin û bistînin."

Seîd wiha domand: "Pêdiviya sûriyan a niha bi destûreke nîştimanî ya nû beriya her tiştî heye ku yekitiya Sûriyê biparêze, mafên şêniyan bi tevahî pêkhateyên xwe biparêze. Divê diyalogeke cidî ku tê de tevahî beşdar bin, pêk bê."

 ‘HEDEFA WAN PARÇEKIRINA SÛRIYÊ YE’

Seîd da zanîn ku hedefa dijminên gelê Sûriyê parçekirina Sûriyê ye, û naxwazin xak û gelê wê bi yek be û wiha pê de çû: "Nakokiya navneteweyî û herêmî li Sûriyê ji aliyekî ve û dagirkirin ji aliyekî din ve heye, ev tevahî jî nakevin xizmeta gelê Sûriyê. Ji lew re yekitiya nîştimanî çeka herî aktîf a derxistina dagirkeran ji welat e."

Seîd eşkere kir ku pêwîstî bi hevkariya tevahî aliyên sûriyê heye da ku destûrekî nû deynin û rêzê ji tevahî nêrên pêkhateyên Sûriyê re bigire.

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinan a Kurdistanî li Sûriyê Şemsî Xan Hisên wiha got: "Em hewl didin destûra Sûriyê ya nû ji bo xizmeta gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê be, ne ku destûra kevn be û enê rengeke tê de hebe, anku (yek partî, yek ziman û yek netewe)."

Şemsê Xan Hisên piştrast kir ku divê di destûra nû de garantiya damezrandina artêşekê hebe ku tevahî pêkhateyan biparêze û parastina ewlehî û aştiya Sûriyê bike û karibe dagirkeran derxe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din