Siyasetmedar: Biryara KCK`ê îfadeya demokrasî û aştiyê ye

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara KCK`ê ya dirêjkirina biryara bêçalakiyê heta hilbijartinên li Tirkiyeyê, wek helwesteke rast, demokratîk û aştiyane nirxand.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat ku 27`ê Adarê tev li bernameya Medya Haberê bûbû, ragihand ku biryara rawestandina çalakiyên leşkerî dê di pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyeyê de dewam bike.

Derdorên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

'BILA CÎHAN EXLAQÊ KCK`Ê BIBÎNE'

Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo, dirêjkirina biryara KCK`ê ya bêçalakiyê wekî pêkanîna erkê exlaqî û mirovî nirxand û got: “Biryara KCK`ê rast e û demokrasî, aştî, aramiyê îfade dike. Bila cîhan exlaqê KCK`ê bibîne. Dewleta Tirk a dagirker heta niha biryareke wiha nedaye. Berovajî wê, êrişên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine.”

'DÊ AMTOSFEREKE ARAM JI BO HILBIJARTINAN BÊ AVAKIRIN'

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nesir El Dîn Îbrahîm jî got biryara KCK`ê hêja ye, ji ber ku dê hilbijartin di atmosfereke aram de pêk werin û ev yek dê rê li pêşiya hewldanên lîstina bi hilbijartinan ji aliyê desthilata AKP-MHP`ê ve bigire.

Nesir El Dîn anî ziman ku tevî biryarên aştiyane jî li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û heta Şengalê dewleta Tirk a dagirker êrişan pêk tên û wiha dom kir: “Divê civaka Tirkiyeyê ji bo têkbirina desthilata AKP-MHP`ê di hilbijartinan de rolê bilîze.”

(c)

ANHA


Mijarên Din