Siyasetmedar: Binçavkirinên ji aliyê rejîma Tirk ve asta dîktatoriya wê nîşan dide

Siyasetmedarên Kurd destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyê li dijî siyasetmedarên Kurd, asta dîktatoriyê li Tirkiyê nîşan dide. Her wiha diyar kir ku binçavkirina xwepêşandêrên ku piştevaniya Kobanê dikin careke din têkilî û piştgiriya hikumeta Tirk ji çeteyan re radixe pêş çavan.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li dijî 82 kesayetên Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hemleyeke binçavkirinê dest pê kir, ji ber ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê sala 2014`an derketibûn xwepêşandan û piştgiriya xwe ji bo birayên xwe yên li Kobanê re nîşan dabûn.

Siyasetmedarên Kobanê di vê derbarê de axivîn. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa wiha got: "Piştî serkeftina parêzvanên Kobanê li ser çeteyên DAIŞ`ê ku Tirkiyê ew şandibûn, dewleta Tirk derbeyeke bi êş xwar. Ji lewra hemleyên binçavkirinê li dijî sivîl û siyasetmedaran dest pê kir."

Îsa wiha domand: "Tirkiye hewl dide wendahiyên xwe li dewletên ku destwerdana leşkerî lê kiriye, bi rêya hemleyên binçavkirinê li dijî piştevanên mirovahiyê vegerîne, ku dengê xwe ji bo birayên xwe yên Kurd li Kobanê bilind kirin. Ev yek asta dîktatoriyê li Tirkiyê nîşan dide."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn jî wiha got: "Em ji kesên li Tirkiyê hatine binçavkirin re dibêje, gelê Kobanê bi we re ye. Çawa ku hûn beriya 6 salan li kêleka me sekinîn, em jî bi her awayî piştgiriya we bikin."

Macîde wiha pê de çû: "Kesên bi dil û can piştgiriya Kobanê kirine, tên binçavkirin. Divê civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî bikevin tevgerê û wan ji girtîgehan derxînin, ji ber ku wan sûcên mirovahiyê pêk neanî û tenê piştevaniya birayên xwe kirin."

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) şaxê herêma Firatê Almaz Romî jî wiha destnîşan kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemleyên biçavkirina Kurdên ku piştevaniya Kobanê kiribûn, careke din piştevaniya xwe ji çeteyan re û têkiliya xwe bi rêxistinên terorîst re radixe pêş çavan."

Almazê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya kesên hatine binçavkirin bike. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve tevgerê, çarenûsa wan kesan eşkere bike û li hemberî bûyerên revandin û binçavkirinê li dijî welatiyên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji bêdengiya xwe derkeve."

(cx)

ANHA


Mijarên Din