Siyasetmedar: Bi yekitiya gelan dê Sûriyeke pirreng û nenavnedî ava bibe

Siyasetmedarên Sûriyê bal kişand ser hevgirtin û yekitiya gel û pêkhateyên Sûriyê li dijî destwerdana derve û dagirkeran. Her wiha piştrast kir ku yekitiya dîrok û çarenûsê, gelên herêmê tîne gel hev.

Hêzên hegemon şerên nijadperestî, netewî û tayîfî bi armanca serweriya li ser gel û welatan, gur dikin. Siyaseta mêtîngeriyê roleke mezin di kûrkirina aloziya Sûriyê de lîst û piştre rê da destwerdana herêmî û navneteweyî, ku di encamê de dewleta Tirk hin parçe ji xaka Sûriyê dagir kirin.

Lê belê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş cuda ye. Gel û pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeriyê û parçebûna welêt, yekdest in. Avakirina rêveberiyeke gel a hevbeş, tekane garantiya yekitiya xaka Sûriyê ye.

Gelek siyasetmedarên Helebê tekezî bi hevgirtina pêkhateyên herêmê kir û piştrast kir ku bi hevgirtinê dê Sûriyeke pirreng û nenavendî ku tê de maf û erk yek in, bê avakirin.

DÎROK ŞAHID E

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk Fatime Hisêno behsa dîroka hevbeş a gelên herêmê kir.

Fatime bikaranîna têgeha neteweperestiyê red kir û wiha got: "Em têgeha netewan bi kar naynin, ji ber ku hêzên kapîtalîst ev têgeh derxist da ku fitne û tevlîheviyê belav bikin û xêr û bêrên van netewan bi dest bixin."

WELAT Ê HER KESÎ YE

Fatime tekezî bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî hevgirtina gel di şerê li dijî DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan de kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwîna hemû pêkhateyan di bin sîwana QSD`ê de, di şerên li herêmê de tev li hev bûn."

Her wiha behsa berxwedana lehengî ya berxwedêrên taxa Şêxmeqsûd li dijî çeteyên girêdayî Tirkiyê kir û wiha got: "Bi hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûran, serkeftin pêk hat."

Fatime Hisêno wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hin alî hewl didin cudahî, neteweperestî û nîjadperestiyê derxînin. Divê em li ser şopa pêşiyên xwe bin, welat ê her kesî ye."

BI SAYA HEVGIRTINÊ DESTKEFTÎ HATIN BIDESTXISTIN

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî yê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Ehmed Elî jî destnîşan kir ku li seranserê herêmên Sûriyê veqetîn û parçebûn pêk hat û wiha domand: "Lê belê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikrên li gorî rêgezên netewa demokratîk, pêkhate hevgirtî man."

Her wiha daxuyand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem herêmên xwe hemû yekitiya xaka Sûriyê, parastin.

Ehmed Elî hêvî kir ku di demeke nêz de guhertin di destûr de pêk bên û li ser bingeha qebûlkirina yê din bê sazkirin û wiha got: "Ev yek bi sîstemeke pirreng û nenavendî ku tê de maf û erk yek in, pêkan e."

(cx)

ANHA


Mijarên Din