Li ser banga Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Komxebata siyasî ya yekemîn li Kobanê bi beşdarbûna hejmareke partiyên siyasî yên kurdî û rewşenbîran îro di saetên sibehê de destpê kir.
Komxebat bi dirûşma "Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin" li Parka Ronî War di roja xwe ya yekemîn de bi dawî bû.
Partiyên siyasî yên kurdî mîna Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDKS), Partiya Wîfaq û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bû.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Mûsa Keno di komxebatê de axivî û destnîşan kir ku pêwîste biryarên derve yên ku bandor li siyaseta kurdî dike û dibe sedema parçebûna partiyetî derbas bikin. Her wiha girîngiya kar li ser vîna gel teqez kir.
Di nîqaşên girêdayî aliyê siyasî hinek partiyên siyasî helwestên xwe li hember arêtşa Tirk a dagirker û xeteriyên li ser gelê kurd nîşan dan.
Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa ragihand ku partî ji bo yekitiya mala kurdî û avakirina hevgirtina neteweyî amade ye tawîzan bide.
Ji aliyê xwe ve nivîskar Hisên Mihemed Elî got: "Hêzên siyasî ji xeteriyên ku di pêvajoyê şoreşa Rojava de li pêşiya gelê Kurd derdikevin berpirsyar in. Îro gelê Kurd ji aliyên leşkerî, aborî û îdarî cihê xwe girtiye. Êriş bi awayekî rojane dubare dibin ji bo ku zextê li gel û vîna me bikin û me bidin pêşiya du berbijarkan yanî teslîmkarî yan jî qirkirin. Em ê tenê bi yekitiya xwe bi serkevin."
Hejmarek kesayetên ku tev li komxebatê bûne, nêrîn û rexneyên xwe li ser rola rewşenbîran a zaîf di nêzîkirina nêrînên partiyên siyasî ji bo ku bighêjin yekitiya kurdî anîn ziman.
Beşdaran roja yekemîn a komxebatê piştî nîqaşên 5 saetan bi dawî kirin. Komxebat wê roja Pêncşemê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
(şx)
ANHA