Sivîlek ku di xwepêşandana li kiryarên dagirkeran de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Sivîlekî bi temen ku di xwepêşandana berî du rojan a li gundê Toxara Mezin a li dijî binpêkirnên çeteyan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Binpêkirinê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî didomînin.

Beriya du rojan li gundê Toxara Mezin ê bakurê rojihlatê bajarê Minbicê yê dagirkirî ku li ser xeta Çemê Sacûrê yê di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de xwepêşandanek li dijî kiryarên çeteyan û êrişên wan a li dijî jinekê hatin lidarxistin.

Şêniyên gundê baregehên çeteyan şewitandin. Çeteyan li dijî gundiyan tundî bi kar anîn û gule li sivîlan reşandin. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûn, ji Ehmed Mihemed El-Mehmûd ê bi temen Ehmed îro jiyana xwe ji dest da . Birîndarên din têne dermankirin, li gorî agahiyan rewşa hinekan giran e.

Piştî ku hewldanên  çeteyên ên sekinandina şêniyan yên bi tundiyê bi bin ketin, komeke biçûn ya rûspiyan bi navê lihevanîna gundî û çeteyan şandin. Şêniyên gund lihevaîna bi çeteyan re red kirin.

 Li ser vê yekê asta aloziyê zêde bû.

ANHA


Mijarên Din