​​​​​​​Sirt û Cefra..nakokiya li ser petrol û peravan û vejandina projeyên kevin

Şerê di navbera aliyên ku mudexeleya Lîbyayê dikin de li ser bajarê Sirt û baregeha asmanî ya Cefrayê mezintir dibe. Her aliyek hewl dide dest deyne ser berhemên binerd ên vî welatî û projeyên kevin vejîne.

Bajarê Sirt û baregeha Cefrayê niha ji herêmên herî girîng in ên ku hemû hewl didin kontrol bikin. Ji aliyekê ve hikumeta Wîfaq bi desteka dewleta Tirk hewl dide bi çi berdêlan be bila bibe dest deyen ser  her du herêman. Ji aliyekî din ve jî hêzên Xelîfa Hefter bi desteka Rûsya, Misir û Fransayê naxwazin her duyan wenda bikin.

MUDEXELEYA DERVE REWŞA LÎBYAYÊ ALOZTIR DIKE

Dewleta Tirk mudexeleya Lîbyayê kir û di 27`ê Mijdara 2019`an de lihevkirinek bi hikumeta Fayiz El-Serac re îmze kir. Dewleta Tirk bi awayekî fermî di 8`ê Hezîranê de armanca xwe ji Sirt û Cefrayê eşkere kir ku dixwaze zeviyên petrolê kontrol bike. Erdogan destnîşan kir ku Rûsya ji vê yek aciz bûye û ew ê mijarê bi serokê Rûsyayê re Vladimir Pûtîn re nîqaş bike.

Nakokiya Tirk û Rûsyayê ya girêdayî belavkirina hêzan li wê herêmê zêde bû. Wezîrên karê derve û parastinê yên Rûsyayê di 14`ê Hezîranê de di kêliya dawî de serdana xwe ya ji boTirkiyê taloq, lê têkiliyên herdu aliyan dewam kirin. Moskovayê piştî ku dewleta Tirk, pêşniyara Misirê girêdayî agirbestê ya li gorî plana lîstoka Rûsyayê red kir, ji dan û standinan vekişî.

Di destpêka Hezîranê de, asta nakokiyê li ser Sirtê zêde bû, dema şandeyek hikumeta Wîfaq di nav de cîgirê Meclisa Serokê Serokatiyê Ehmed Miêtîq serdana Moskovayê kir.  Moskovayê jê re got `Sirt ji bo Rûsyayê xetek sor e`. Piştî vegere şandeyê, Miêtîq ji fermandarê operasyonên Sirt-Cefrayê re axivî û got êrişê rawestîne. Li aliyekî din wezîrê karê hundir ê hikukmeta Wîfaq soza kontrolkirina wê da. Her wiha Fayiz El-Serac piştî ku ji Enqereyê vegerî, fermana berdewamkirina êrişan da.

Berdevkê Odeya Operasyonên Hevbeş a Sirt û Cefrayê ya Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê, Ebid El-Hadî Dira di 15`ê Hezîranê de got "Sirt ji bo me xetek sor e".

Misir jî bêdeng nema. Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ragihand ku Cefra û Sirt xetên sor in. Misir nahêle her du herêm bikevin bin kontrola hêzên Wîfaq û dibe ku bi awayekî leşkerî mudexele bike da ku rê li pêşiya vê yekê bigire. Parlamentoya Lîbyayê ji Misirê xwest ku li hember timayên dewleta Tirk di Lîbyayê de bi awayekî leşkerî mudexeleya welat bike û ewlehiya Misir û Lîbyayê biparêze.

DEWLETA TIRK XWEDÎ BIRYAR E Û HIKUMETA WÎFAQ BÊ ÇARE YE

Di vî warî de mudîrê rêveber ê Navenda Ereb a Lêkolînan û Nirxandinan a Qahîrayê Hanî Silêman got, di Lîbyayê de hikumeta Wîfaq ne xwedî biryara xwe ye. Silêman destnîşan heke mijar ji hevsengiyên hêzên normal re hate hiştin wê demê wê xuya bibe ku hêzên Hefter heta astekê li pêş in. Lê destwerdana ne rasterast a ji hêla Qeterê ve, piştigiriya milîstên di hundirê Sûriyê de, her wiha destwerdana Tirkiyê ya binpêkirî di Lîbyayê de hefsengiyên hêzan bi awayekî mezin bi girêk kir. Hanî Silêman diyar kir ku El-Serac bê çare ye ji ber dewleta Tirk rewşê ji bo armancên xwe kontrol dike.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A SIRTÊ

Sirt xwedî taybetmendiyên girîng e. Di navrasta berava Lîbyayê de di navbera Terablus û Binxazî de ye. Bi 600 km ji Binxazî û 450 km ji Terablusê dûr e. Sirt ji bajarên Lîbyayê yên herî zêde li ser berava başûrê Deryayê Spî dirêj dibe tê hesibandin.

Her wiha hebûna zeviyên petrolê li başûr rojhilatê wê girîngiya wê zêde dike. Li rex wê jî peravên sereke yên Lîbyayê li vî bajarî ne. Wek deriyê rojavayê herêma Kevana Petrolê li welêt tê hesibandin û rêya dighêje peravên Zwêtîna, Ras Lanuf, Sidra û Brîqa ye. Li wir 11 xetên petrolê û 3 kanalên gazê hene.

Beriya destpêkirina şer li Lîbyayê di 2011`an de, quta Lîbyayê ji petrolê bi rêjeya ji sedî 96 bû û ya yedek 48.3 milyar bermîl petrol û 1.5 tirilyon m3 gaz e.

Li bajêr cihên stratejîk mîna balafirgeha El-Qirdabiye ya navdewletî, perava Sirtê ya bazirganî û mezintirîn bategehên leşkerî li Lîbyayê baregeha El-Cefra hene.

BAREGEHA EL-CEFRA

Ev baregeh wek nuqteyek stratejîk girîng e. Serokê cîhazê keşfê yê artêşa Misirê yê berê general Nesir Salim dibêje, herêma Sirtê deriyê rast ê kontrokirina herêmên Kevana Petrolê ye.

Baregeha El-Cefra, 300 km dûrî bakurê Sirtê ye, ji girîngtirîn herêmên e ku nakokiyê li Lîbyayê gur kirine û ji mezintirîn baregehên asîmanî yên Lîbyayê ue. Ev baregeh xwedî binesaziyek xurt e ku hatiye nûkirin da ku cureyên çekan ên herî pêşketî hilbigire. Her wiha baregeh wek odeya operasyonên sereke yên hêzên Hefter e.

Herêma El-Cefra ji ber ku cihê wê yê di navrasta welet de gelek girîng e. Bi 650 km dike başûr rojhilatê Terablusê ye. Rojhilat, rojava û başûrê welêt bi hev ve girê dide. Kontrolkirina Cefrayê tê wateya kontrolkirina navrasta Lîbyayê ye. Hêzên Hefter ji 2017`an ve Cefrayê kontrol dikin. Sirt yê ku bi 300 km li bakurê wê ye di Hezîrana 2019`an de kete bin kontrola hêzên wî.

KONTROLKIRINA SIRT Û EL-CEFRAYÊ NE HÊSAN E

Hanî Silêman destnîşan dike ku dewleta Tirk bi rêya kontrolkirina Sirt û El-Cefrayê dixwaze piştgiriya milîsên xwe yên li Lîbyayê bike û eniyên firehtir veke û got: “Bi baweriya min derbeya li dijî baregeha Watiye ji bo Tirkiyê mezin bû. Lewra divê careke din bifikire ku rewş dê dîsa gur bibe. Neqebûlkirinek girêdayî hebûna Tirkiyê heye, dibe ku eniyên mezin vebibin ku Tirkiyê nikare birêve bibe yan jî jê re amade be.”

Silêman îşaretpê kir ku derbasbûna Sirt û El-Cefrayê mijarek girêk e û wiha domand: “Fransa û dewletên Ereb mîna Îmarat û Erabistana Siûdî şer û kiryarên Tirk li Lîbyayê qebûl nakin. Lewra divê dewleta Tirk derbasî dan û standinên siyasî bi sponseriya navdewletî bibe. Ez bawer nakim ku Tirkiyê vê çareseriyê dixwaze, lê belê dixwaze jêderan kontrol bike û aboriya xwe li ser hesabê gelê Lîbyayê geş bike.”

JI BO SIRTÊ Û CEFRAYÊ ŞERÊ ALIYAN

MISIR

Qahîra texmîn dike ku Sirt û Cefra xetên sor in, ji ber heke bikevin destên hikumeta Wîfaqê ew ê petrola Lîbyayê jî kontrol bike, di encamê de dê li dijî hêzên Xelîfe Hefter bi ser bikeve û ev yek jî rê dide ku bajarên din jî serwer bike û bigihêje sînorê Misirê.

Akademîsyenên di kar û barê Misirê de pispor in texmîn dikin ku kesên her du deveran serwer bikin ew ê armanca wan ev e; rojhilatê Lîbyayê bi temamî bixe bin kontrola xwe, paşê gefan li ewlehiya Misirê û sînorê Rojavayî yê Misirê ya bi dirêjeya 1200 km bixwe Cefrayê devera hêzên nêzî li başûrê Lîbyayê nêzî Misirê, lewre hebûna çete û leşkerên Tirk li vir dê gefeke rasteqîn li ser ewlehiya Misirê ye.

Gerînendeyê Rêveber ê navenda Erebî yê Lêkolînan Hanî Silêman texmîn dike ku Tirkiyê dixwaze Sirtê û Cefrayê serwer bike û pê re jî petorlê kontorl bike.Lewma ew ê gefan li ewlehiya neteweyî ya Misirê bixwe, ji ber nêzî sînorê Misirê û Tirkiyê ye û dijmina Misirê ye.Gerînende da zanîn ku heke dewleta Tirk Sirt û Cefrayê control bike ew ê terorîstan bişîne Misirê û ev e ya ku ew qebûl nakin.

Li aliyekê din jî nivîskar û rojnemevanê Lîbyayî Abdulhekîm Matûq guman nake ku Misir li çolistanê bikeve şerekî û got: "Ji ber Misir dikare bi balafir û lojistîkê alîkariyê bike, lê rasterast derbasî şer bibe ne yeqîm e û di dawiyê de dê şer Sirtê ji bo hêzên piştgiriyê dikin pir zehmet be."

TIRKIYÊ

Tirkiya ya rasterat destekê dide hikumeta Wîfaqê hewl dide ku her dem hêzên leşkerî li Lîbyayê hebe û piştî baregeha Wetiyê çavê xwe berdaya baregeha deryayî ya li Misrata û baregeha Qerdabiyê ya hewayî ya nêzî Sirtê.

Tirkiyê çavên xwe berdaye petorla Lîbyayê, çi li deryayê be û çi jî li bejahiyê hebe bi hemû hêzên hewldana qezenckirina vê yekê dike, ji ber vê yekê bi hezaran çeteyên ji Sûriyê şand wan herêman her wiha di şeran de balafirên bêpîlot bi kar anî û pisporên leşkerî yên Tirk da şixulandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan siyasetên Tirkyê yên li  herêmê eşkere kirin û destnîşan kir ku kontrolkirina bajarê Sirtê û derdora ji ber ku bîrên petrol û gaze lê hene.

RÛSYA Û FRANSA

Rûsya ya ku baregehên xwe li Tertuûs û Laziqiyê yên Sûriyê ava kirine, hewl dide Sirtê kontorl bike da ku cihekê xwe li Deryayê Navîn de çêbike. Rûsya, tê tewanbarkirin ku hêzên taybet û şervanên ji şirketa Wagner a Rûsyayê li Lîbyayê belav kirine. Her wiha desteka leşkerî, manewî, lojîstîk û balafirên şer pêşkêşî hêzên Hefter dike.

Nêrîna Fransayê ji Sirtê re heman nêrîna Rûsyayê ye, girîngiyê dide bajar û dixwaze perav û baregeha leşkerî kontorl bike.

BÊDENGIYA AMERÎKAYÊ

Şerê di navbera Fransa û Tirkiyê zêdetir dibe, Fransa Tirkiyê tewanbar kir ku li Lîbyayê asta dijminatiya xwe bilindtir kiriye, çekên NY`yê qedexe kiriye dişîne û têkildarî vê doze civînek ji NATO`yê xwest. Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Lauderian got ku helwesta Tirkiyê ji bo wan xeteriyekê li aliyekî din jî ji bo qadên strastejîk jî xeterî ye û ev yek nayê pejirandin, ji ber tenê 200 km(124 meylan) dûrî perva Îtaliyayê ye.

Fransa ji bo şerê Tirkiyê yê li Lîbyayê bisekinîne hewl dide destekê ji Amerîkayê werbigire, lê Washingtonê hewl dide Rûsyayê asteng bike, ji ber vê Enqerayê nasekirîne. Heke Enqerayê li Lîbyayê hevpeymanek bi Moskowê re mohr bike, pêkan e ku Washingtonê helwesta xwe biguhere.

BAREGEHÊN DAWÎN ÊN PROJEYA NETEWEYÎ

Nivîskar û rojnemevanê lîbyayî Abdulhekîm Matûq destnîşan kir ku Sirt û Cefrayê baregehên dawîn ên projeya niştimanî ne û hilweşandina wan tê wateyê hilweşandina Lîbyayê û dagirkirina artêşa Tirk ji welat re. Abdulkerîm da zanîn ku diyar e ku têkildarî radestkirina Sirt û Cefarayê de hevpeyamn di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hene û ev jî bi nêrîna wan xiyanetî û karaseteke mezin e.

ÇARE BERXWEDAN E..

Abdulhekîm Matûq ji ajansa ANHA`yê re daxuyand ku tenê berxwedan li pêşiya Lîbyayê maye, dive di şerê Sirtê de teslîm nebe û xwe nespêre tu aliyên derve.Radestbûn tê wateya ketinê û xwesipartina aliyên din jî dê tu encaman bi xwe re neyne.

Matûq bi lêv kir ku şer bûye şerê şikandina cokan û wiha domand: "Divê xelkên Lîbyayê li ber xwe bidin û Sirt û Cefrayê biparêzin, ji ber ew 'Kakila projeya niştimanî ye', heke ne bi vî rengî be ew ê Lîbyayê bi temamî hilweşe û bikeve nava projeya xîlafetê ku ew jî bingeha rêxistineke cîhanî ya Îxwan El-Misilmîn e."

Gerînendeyê Rêveber ê Navenda Erebî ya Lêkolînên a li Qahîrayê Hanî Silêman got ku balafirên nenas an jî hin oparasyon ên ne diyar in ji aliyê kê ve pêk tên dê li dijî berjewendiyên Erdogan bisekinin û nehêlin hikumeta Wîfaqê û Sîrac derbasî Lîbyayê bibin ji ber ev yek nayê qebûl kirin.

Di dawiyê axaftina xwe de got: "Heke hêzên Tirkiyê derbasî Sirt û Cefrayê bibin jî dê parastî bin,  lê belê dê destpêka qonaxeke nû ya şer be. Dê ji berjewendiyên dewleta Lîbyayê û gelên wê be li gel vê Misirê dikare li dijî berjewendiyên Tirkiyê bisekine."

(şx-eh)

ANHA


Mijarên Din