Sirîn piştî 4 salan ji rizgarkirinê

Çar sal li ser rizgarkirina navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê re derbas bû. Sirîn ji çeteyên DAIŞ’ê re wekî navendek a birêxistinkirina êrîşan dihat naskirin.  Piştî rizgarkirinê û heta niha gavên girîng di her aliyan de hatin avêtin.

Navçeya Sirînê 42 km dikeve başûrê bajarê Kobanê. Şervanên YPG û YPJ’ê di sala 2015’an de Sirîn ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Piştî rizgarkirinê û heya niha şêniyên navçeyê xwe bi xwe rêvedibin û xwe rêxistin dikin.

Navçeya Sirînê beriya ku were rizgarkirin, ji çeteyên DAIŞ’ê re wekî navendeke birêxistina êrîşên. Çeteyan ji vir êrîşên xwe yên li ser kantona Kobanê û komkujiya 25‘ê Hezîrana 2015‘an amede kirin. Di komkujiya 25’ê Hezîranê de bi sedan sivîlên bajarê Kobanê û gundê Berx Batan şehîd bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê giraniyeke mezin dabûn navçeya Sirînê da ku planên xwe yên dagirkirina bajarê Kobanê bicih bînin.

Piştî têkbirina DAIŞ‘ê li navçeyê û vegera ewlehiyê, şênî vegeriyan warê xwe. Şêniyan meclisên herêmî û saziyên xwe ava kirin.

Cigirê hevserokatiya navçeya Sirînê Mehmûd Berho jî yek ji wan kesan bû ku piştî rizgarkirinê di nava birêxistinkirina navçeyê de cih girt. Behro got: “Dema navçe di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de navçe wekî bajarek wehşan bû. Binsaziya wê hatibû wêrankirin, ne av, ne kehrebe û ne jî xetên kanalîzasyonê hebûn."

Behro wiha domand: " Pêwîstî bi karekî hevbar hebû da ku jiyan ji nû ve geş bibe. Ji me hat xwestin ku bi karên sereke û yên girîng dest pê bikin. Li ser vê yekê me firin vekirin, stasyonên kehrebê yên ku DAIŞ‘ê teqandibûn sererast kirin û şixulandin. 3 mehan bê navber em di nava xebatê de bûn. Çeteyên rêxistina terorîst hilmijên avê dizîbûn û wêran kiribûn. Me bi desteka rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser 3 hilmij sererast kirin."

Berho bi bîr xist ku navendên rêveberiyê mîna Mala Gel, navenda tenduristiyê, çandê û şaredariyê hatin vekirin û wiha pê de çû: “Wê demên derfet û alav pir kêm bûn. Karkeran bi destê xwe dixebitîn. Me di nava salên dawî yên piştî rizgarkirinê de projeyên sererastkirina xetên kanalîzasyonê, xetên avê, projeyên din ên mîna sererastkirina parkan xistin meryetê. Me parka sereke ya li navçeyê ya bi temamî hatibû werankirin û rêyên sereke sererast kirin. Şaredariyê rêyên têketina navçeyê ya bakur û başûr ronî kirin. Xetên xirabûyîn ên di nav taxan de sererast kirin.

Mehmûd derbarê projeyên niha têne meşandin de wiha got: “Şaredarî niha dest bi projeya sererastkirina 12 km ji kolanên taxên navçeyê yên bêserûber hatibûn avakirin, dike. Di vê çarçoveyê de kolanên girtî vekir û rêya ji deriyê ketina navçeyê yê bakur heta gundê Milha 5 km, zift dike. Li gel wê jî rêyên gundan sererast dike."

Pêşketinên di aliyên din de

Perwerde

Girêdayê warê perwerdeyê rêveberê navenda Rêveberiya Dibistanan ê navçeya Sirînê Hisên Hemed Remî got: “Piştî rizgarkirinê aliyê perwerdeyê pir pêş ket. Her tişt wêran kiribûn, me dest bi şerê hişmendiya ku DAIŞ‘ê di mejiyê zarokan de çandibûn, kir. Dema me ji zarokekî dixwest wêneyekê xêz bike wêneya çekan xêz dikir. Vê yekê hişmendiya wan diyar dikir. Ji bilî vê yekê dibistan veguherandibûn bargehên leşkerî û depoyên çekan. 15 dibistan hatibûn wêrankirin, hin dibistan nêvî jê hatibûn rûxandin. Rêveberiya Dibistanan zehmetiyên mezin kişand heta rewşa perwerdeyê gihand vê astê. Li navenda navçeya Sirînê û gundewarên wê hejmara xwendekaran 16 hezar û 500 in û 700 mamoste dersê didin.”

Rêveberê Navenda Rêveberiya Dibistanan Hisên Hemed Remî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rewşa niha ya avakirin û fikirî li gorî ya berê pir baş e. Dibistanên wêrankirî û fikirê tundraw hemû bi dawî bûne."

Tenduristî

Xebatkarê tenduristiyê Emanî El-Berho ji xebatkarên destpêkê yên navenda tenduristiyê destpêkê ye. Behro li ser gavên di warê tenduristiyê de hatine avêtin wiha got: “Navenda tenduristiyê di dema DAIŞ‘ê de navendeke leşkerî bû. Çeteyan hemû navned veguherîbûn bargehên leşkerî an jî depoyên çek û teqemeniyê.”

Behro anî ziman ku wan bi derfetên kêm û kêmbûna dermanan dest pê kir heta gihiştin vê astê  û wiha pê de çû: "Navenda ku nêvî wê hatibû rûxandin hate sererastkirin. Niha pêşwaziya nexweşan dike, destwerdana lezgîn pêşkêş dike. Her wiha pêngavên aşlekirina zarokan organize dike. Di navendê de beşek ji bo jinan heye."

Navçeya Sirînê ku çeteyan kavil kiribû, niha bi beşdarbûna hemû pêkhateyên wî di rêveberiya navçeyê de di nava aramî û ewlehiyê de ne. Navçe niha mînaka jiyana hevbeş.

(bb/bm)

ANHA 


Mijarên Din