Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya Dirbesiyê dest bi belavkirina fatorên genim kir

Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê fatorên nirxê berhema genim li cotkaran belav dike.

Îro Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya navçeya Dirbespiyê dest belavkirina nirxê fatorên genim li cotkarên ku berhemên xwe radestî navendên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kirbûn, kirin.

Deboyên navçeya Dirbespiyê ji destpêka vê mehê ve deriyên xwe li pêşiya cotkaran vekirin. Li gorî ku Şirketa Pêşxistina Çandiyê diyar kir, heta niha 22 hezar ton ji berhema genim wergirtine û heta niha wergirtina berhem, didome.

Endamê di Şirketê de Ebdilezîz Remo ji ajansa me re got ku wan dest bi dayîna fatorên berhema genim kirine. Remo destnîşan kir ku şirket ji seat 08.00 heta seat 14.00’an vekiriye.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din