Silêman Ereb: Pêvajoya yekitiya kurdî bila biçûk neyê dîtin

Silêman Ereb diyar kir ku divê tu kes pêvajoya yekitiya kurdî biçûk nebîne û got "Divê Kurd yekitiya xwe û hêzeke leşkerî û siyasî ava bikin.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Helwa yê girêdayî navçeya Tirbespiyê civîneke berfireh ji bo nirxandina rewşa dawî ya siyasî, aborî û leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze kir.

Di civînê de şêniyên bajarokê Helwa, Kongreya Star û endamên PYD`ê hazir bûn. Civîn ji aliyê endamê يثسrbûn, civîn ji aliyê endamê d hat li darxistinDesteya Rêveber a PYD`ê Silêman Ereb, hevseroka Meclisa Helwa Fehîma Temo û hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd El-Rehîm Heso ve hat birêvebirin.

Civîn bi mebesta nirxandina rewşa dawî hat lidarxistin, di civînê de behsa rewşa siyasî û aborî hat kirin.

Destpêkê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Silêman Ereb rewşa Koronavîrusê ku cîhan tevahî tê de derbas dibe, anî ziman û got: "Tevî derfetên kêm me karîbû xwe di vê rewşa heyî de biparêzin, ev hemû encamên siyaseta ku em didine meşandin û rêveberiya me ye.”

Ereb banga yekitiyê kir û got: "Ger nexweşiya Koronavîrusê were nava me wê tu kes alîkariya me neke, ji ber vê yekê divê em yekdest bin û divê em bibin yekhêz ji bo avakirina mala xwe da ku em karibin vê pêvajoyê bidine meşandin."

Ereb bal kişand ser doza jinan li Rojavayê kurdistanê ku di dema ku rêjeya tundiya li ser jinan li seranserê cîhanê zêde bû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadiya xwe karîbû xwe biparêze li hemberî zilaman. Her wiha bal kişand li ser kiryarên ku li dijî jinan li bajarên dagirkirî û got: "Em ê Efrîn ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin."

Der barê mijara yekitiya kurdî de Ereb got: "Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan bikin sed parçe, ji bo vê yekê divê Kurd vî tiştî xweş zanibin, divê yekrêziya kurdî were avakirin, bi hêzeke leşkerî û hêzeke siyasî li ser rûyê erdê were avakirin."

Ereb wiha dirêjî da axaftina xwe: " Pêvajoya yekitiya kurdî bila biçûk neyê dîtin, kûrahiya wê kurdistanî, sûrî û navneteweyî ye."

‘DIVÊ EM LI HEMBER ŞEWITANDINA ZEVIYAN BISEKININ’

Di dawiyê de hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd El-Rehîm Hiso banga hişyarkirinê ji şêniyan kir û got: "Divê em li hember van kiryarên ku zeviyên me didin ber agir, bisekinin. Divê em ji hêzên parastina cewherî re alîkar bin da ku em rê li ber van kiryaran bigirin û da ku em parastina rizqê xwe bikin."

ANHA


Mijarên Din