Silêman Cafer: Peymana li dijî Şengalê berdewama planên dagirkeriyê ye

Endamê Meclisa Rêveber a Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê wekî berdewamkirina planên dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê bi nav kir.

Silêman Cafer îşaret bi êrişên artêşa Tirk ên li ser herêma Heftanînê ya herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got ku erişên di Hezîrana derbasbûyî de pêk hatin, destpêka planên li dijî Şengalê û Rojava bû.

Silêman Cafer diyar kir ku peymana di navbera Bexda û Hewlêrê ya têkildarî rêveberina Şengalê, berdewamkirina planên dagirkerinê yên dewleta Tirk e û wiha domand: "Mînaka herî nêzî jî dema êrişî Heftanînê kir û hewl da dagir bike, êrişî wargeha Mexmûrê kir, li ser bingeha vê peymana Hewlêr-Bexda herêma Şengalê dorpêç kir. Ev plan ji bo êrişkirina Rojava hate plankirin."

Silêman Cafer eşkere kir ku peymana di 9'ê Cotmeha derbasbûyî de ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate mohrkirin, derexlaqî ye û têkildarî vê yekê şêniyên herêma Şengalê daketin qadan û gotin ew xwedî rêveberiyeke xweser in xizmeta gel dike.

Cafer got, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) heye û parastina êzidiyan dike, ji ber vê ew civaka Êzidî ya Şengalê naxwaza dewletên derve destwerdanê bikin.

Silêman Cafer bal kişand ser helwesta PDK`ê ji komkujiya li ser Şengalê ya 2014`an û wiha axaftina xwe dewam kir:"Li Şengalê derdora 12 hezar pêşmerge hebûn, lê dema çeteyan êriş kir, yekser hikuemta Herêma Başûrê Kurdistanê ferman da wan ku ji herêmê vekişin, bi vî awayî Şengal di nava lepên çeteyên DAIŞ`ê hiştin."

Silêman Cafer der barê planên li dijî civaka Êzidî de da zanîn ku Armanca van planan qirkirina êzidiyan bû "Ji ber dema zarokên Êzidî hatin tecawizkirin û dengên wan li asman disekinî, artêşa Iraqê li wan temaşe dikir û tiştek ji bo wan nekir."

Cafer got "Fermana Şengalê ya sala 2014'an di radeya yekemîn de bi destpê PDK'ê bû, ne bi destê partiyên Kurd ên din ên Şengalê parastin bû."

Silêman Cafer bal kişand ser rola dîrokî ya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di rizgarkirina êzidiyan de "YPG û YPJ'ê gihiştin Şengalê û kerîdoreke mirovî ji bo şêniyan vekirin. Ne ji wan baya wê Êzidî niha ne li vir bana."

Endamê Meclisa Rêveber a Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer di dawiyê axaftina xwe de destnîşan kir ku Êzidî peymana Bexda û Hewlêrê qebûl nakin û got: " got: "Ji ber ku wan dewletan ew li nav lepê mirinê hiştine komkujî hatine serê wan, lewra jî gazin ji wan dewletan kirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din