Siko: Pêvajoya heyî yekrêziya refa Kurd pêwîst dike

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku Tirkiyê di gefên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cidî ye û armanca wê tunekirina hebûna kurdên li Sûriyê ye. Siko destnîşan kir ku divê tevahiya partiyên Kurd gefên Tirkiyê bi awayekî cidî bigirin dest û berê xwe bidin yekrêziya refa Kurd.

Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK) ji bo avakirina yekitiya refa Kurd di 1`ê Çileyê de dest bi insiyatîfekê kir. Piştî rêzecivînan bi hêz û partiyên siyasî, çandî, civakî yên herêmê re,  28 partî û hêz tev li insiyatîfê bûn û biryar dan ku konferansekê ji bo avakirina yekrêziya refa Kurd li dar bixin. Lê hindek partiyên Kurd ji insiyatîfê xwe da alî.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê û Koordînatorê giştî yê Yekitiya Hêzên Kurdî Ebdulkerîm Siko anî ziman ku pêwîste tevahiya partî û hêzên siyasî yên Rojava insiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-Rojava bi cih bînin û got: "Bi rêya konferansa kurdî  hêzên kurdî dibin yek. Ev hêz dikarê prosesa siyasî li Rojava birêve bibe."

Siko bang li tevahiya partiyê kurdî yên ku ruxseta xwe li gorî qanûnên partiyan a herêma Cizîrê ne birine, tev li insiyatîfa Kongerya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava û konferansa ku tê payîn di meha Îlona de li darkeve  bibin û got: "Derî li pêşberî hemûyan vekiriya da ku tev li lêvegera siyasî kurdî ya herî mezin bibin."

Siko destnîşan kir ku derfetek ji partiyên ku  şerê projay Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine peyda bûye ku bi rêya wê dikarin vegerin karê siyasî û ji girêdan xwe bi derve re xilas bibe.

Siko balkişand ku Tiriyê di gefên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cidî ye û armanca wê tunekirina hebûna kurdên li Sûriyê ye. Siko tekez kir ku divê partiyên Kurd gefên Tirkiyê bi awayekî cidî bigirin dest û berê xwe bidin yekrêziya refa Kurd.

Di nav gotinên xwe de Siko diyar ku di vê pêvajoyê de ji tevahiya hêzên siyasî yên li Sûriyê tê xwestin ku piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê bikin ji ber ku ji bo parastina welat û gel ew nimuneya herî guncew in. Ji ber ku ew hêz teror tune kir. li ser wê divê lêvegerek kurdî ji bo piştgiriya van hêzan hebe û li ser wê siyaseteke ku bidestxistina tevahiya mafên gelê Kurd li Sûriyê armanc dike ava bike.

Di dawiyê de Siko bang li partiyên ku tev li insiyatîfê nebûne, ku tev lê bibin û dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û bi rêya konferansa ku tên payîn di meha Îlonê de li darkeveberê xwe bidin yekrêziya refa Kurdî.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê yek ji partiyên ku banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê aniye cih. Partî tev li Yekitiya Hêzên Kurdî –Rojava bû ya di 28`ê Tebaxê de di kongreyek capemenîiyêde hate ragihandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din