Siûdiyê çareseriya siyasî bi Îranê hildibijêre, Îranê jî got: Çareserî bi agirbesta li Yemenê ye

Mîrnişînê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman got, Siûdiyê naxweze bersiva êrîşên li dijî Siûdiyê yên di 14`ê Îlonê bide, berevajî vê yekê çareseriya siyasî dixweze. Di heman demê de Tehranê bersiv da û got, çareseriya siyasî tenê bi rakirina Siûdiyê ji çampera li ser Yemenê û agirbestê pêkan e.

Mîrnişîna Siûdiyê Mihemed Bin Selman têkildarî aloziya bi Îranê re ji televizyonê re got, hêvîdar in ku Siûdiyê bersiveke leşkerî nede, ji ber çareseriya siyasî bi gelekî baştir e. Ji ber aloziya di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê de dê aboriya cîhanê têk bibe û DYA`yê û hêzên ewropî berpirsyariya êrîşên li dijî Aramco girtin ser Îranê, lê Îranê ev tewanbarî red kir, di demeke ku Husiyan êrîş girtin ser xwe.

Têkildarî mijarê Mihemd got, divê ji bo hevpeymaneke nû ya girêdayî sîstema nukleer a Tehranê û serweriyên li hemû Rojhilata Navîn, serokê Amerîkayê Turmp û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li hev bicivin.

Di heman demê de berdevkê karê derve yê Îranê Abas Mûsewî bersiva daxuyaniyên Mîrnişînê Erebistana Siûdiyê Mihemd Bin Selam da û got, derbaskirina Siûdiyê ji aloziyê re, tenê bi rêya agirbest û dawîkirina çempera li ser Yemenê pêkan e.

Musewî di civîna çapemeniyê ya heftane de got: "Oparasyonên leşkerî yên Yemenê yên li dijî Siûdiyê, tenê ji bo parastinê ye".Her wiha îşaret bi destekdayîna Tehranê ji gelê Yemenê kir.

Mûsewî dubare tewanbariya welêt xwe di êrîşên li dijî bîrên Aramko red kir.

Mûsewî navbeynkariya ji bo çareseriya aloziyên bi Siûdiyê re erê kir û bal kişand neamadebûna Siûdiyê ji vê yekê re û got, Tehran dema Siûdiyê amade be, dê ew jî ji dawîkirina aloziyê re amade be.

(eh)


Mijarên Din