Siûdiyê beşdarî Koalîsyona Navdewletî ya liv û tevgera deryayê bû

Îro Erebistana Siûdiyê beşdarî Koalîsyona Navneteweyî û parastina liv û tevgera deryayê bû.

Çavdêriyekî Berpirsa Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê diyar kir ku erebistan biryara beşdariya parastina liv û tevgera deryayê û Koalîsyona Navdewletî da.

Koalîsyona Navdewletî parastina keştiyên bazirganiyê da ku ewlehiya liv û tevgera deryayan misoger bike, parastina bazirganiya cîhanê û berjewendiyên dewletên di nava koalîsyonê de, li gorî ewlekariya keştiya bazirganiya ku bi rêya kerîdoran re, dike.

Koalîsyona Navdewletî ya ewlekariya liv û tevgera deryayî li Kendavê, tengava Hurmizê, Bab Mendib, Deryaya Uman û Kendava erebî pêk tê.

Beşdariya Erebistana Siûdiyê ji bo piştgiriya xebatên herêmî û navdewletî yên êrîşkirin û rû bi rû bûna ji gefên liv û tevgera deryayê, bazirganiya cîhanê, parastina ewlekariya enerjiya cîhanê, berdewamiya garantiya sotemeniyê ji aboriya cîhanê re û parastina aşîtiyê pêk hatiye.

(eh)


Mijarên Din