Sibe Mîhrecana 6‘emîn a HRRK`ê dest pê dike

Bi dirûşemeya "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye" sibe 6‘emîn Mîhrecana Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda hevgirtinê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo dest pê dike.

Di Mîhrecanê 6`an a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku dê 6 rojan dewam bike de, şano, helbest û çîrok, îmzekirina pirtûkan, pêşengeha şêwekariyê, mûzîk û stranan, tabloyên hunerî, semînerên çandî û komxebata der barê pirsgirêk û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî derdikeve werin lidar xistin.

Endamê komîteya amadekar a mîhrecanê Ehmed Hûseynî bang li hemû rewşenbîr, hunermend, kesayetên welatparêz û saziyên sivîl û civakî li herêmê kir ku beşdarî çalakiyên mîhrecanê bibin.

Mîhrecana yekemîn, duyemîn, sêyemîn û çaremîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Almanya hatin lidar xistin, ya 5‘an li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Hevgirtina Rewşenbîran (HRRK) rêxistineke çandî serbixwe ye di 2004‘an li dervayî welêt hate avakirin. Destpêkê navê wê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di Kongreya wê ya pêncemîn de navê wê bû Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din