Sibe dê Trump û Putin li hev bicivin

Koça Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sibe dê di navbera lutkeya G20`an de li Oskay ya Japonya, lihev bicivin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di demeke berê de diyar kiribû ku ew di navbera lutekya G20`an de li hêviya "Diyalogên baş" bi serokê Rûsyayê re ye.

Alîkarê serokê Rûsyayê Yury Oshakov got dibe herdû serok di hevdîtina xwe de doza aramiya stratejîk û şerê herêmî ji wan aloziya Sûriyê, Afganistan, Ukraniya, rewşa Venezuela û dosyaya Îranê, nîqaş bikin.

Koça Spî diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dê bi gelek berpirsên din jî re bicive. Tê payîn ku Trump bi serokê Çînê Shi Jin Bing, mîrnêşînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman, serokwezîrê Japoniyayê Shinzo Api, serokwezîrê Hindistanê Narîndar Mûdî û şêwirmenda  Almanî Angela Merkel re bicive.

(bx/kc)


Mijarên Din