​​​​​​​Sîham Qiryo: Çareserî diyalogên Sûrî-Sûrî ne

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî. Sîham got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di diyaloga Sûrî -Sûrî de ye.”

Hevseroka Meclisa Giştî Sîham wiha axivî: “Her ku aloziya Sûriyê ber bi çareseriyê ve diçe û gelên Sûriyê destkeftiyan bidest dixin, em dibinin ku dewletên derve destwerdana welat dikin û lîstokên nû derdixin. Armanca vê yekê jî pêkanîna planên hêzên derve ne. Nexasim dema dosyên Idlibê yan ji êrişkirina herêmên Rêveberiya Xweser vedibin.”

Sîham wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tirkiyê bi rêya zindîkirina terorîstan Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirine, proseyên koçberkirina şêniyên herêmê dide meşandin. Çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî misoger e. Lewma em hêvî dikin, ku Sûriyê cidî nêz bibe.”

Sîham wiha da zanîn: “Rûsya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta navendî ya li Şamê de, navbeynkar bû. Lewma em bendewarê gavên çareseriya aloziya Sûriyê bigiştî û dosya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet in. Gelên Sûriyê dikarin bi rêya diyalogan re aloziya Sûriyê çareser bikin. Lê astengiyên derdikevin pêşberî çareseriyê, berjewendiyên navdewletî yên li herêmê ne. Anku hîn jî nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê û hewldana zindîkirina DAIŞ`ê bi dawî nebûne û ev jî astengiyên cidî ne. Destwerdanên derve, nexasim ên artêşa Tirk û piştgiriya wan ji hin aliyan re, dihêlin ku aloziya Sûriyê hîn kurtir bibe. Lê dema hêzên derve vekişin, dê yekser aloziya Sûriyê çareser bibin.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî Rêveberiya Xweser dibînin ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî re pêkan dibe. Lewma divê her kes baweriya xwe bi vê yekê bîne.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din