Sîham Dawûd: Rejîm û opozîsyonê Sûriye vegerand qada şerên mayînde

Sîham Dawûd diyar kir ku di encama nebersivdana hikumeta Şamê ya xwestekên gel de, Sûriye vegerî qada şerên mayînde. Her wiha destnîşan kir ku opozîsyonê nikarî roleke aktîf di diyarkirina hedefên şoreşê de bilîsta, pişta xwe da ajandeyên navneteweyî û herêmî û derfet li pêş destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê vekir.

Bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan…ji bo Sûriyeke azad...em ê teqez bi ser kevin" çalakiyên kongreya damezrîner a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Cizîrê dest pê kirin, tê de 300 delege beşdar bûn.

Kongrê bi beşdarbûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar ket.

Hola kongreyê bi wêneyên şehîdan û wêneyên Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef û alên partiyê hat xemilandin.

Xebatên kongreyê bi axaftina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd dest pê kirin û wiha got: "Şerekî cîhanî li herêma Rojhilata Navîn li dar ketiye, nîşaneyên wê di destpêka sedsala 21’an de eşkere bûn. Ew jî ji dema destwerdana Amerîka li Iraq, hilweşîna  rejîma wê ya 2003’an û heta bi şoreşên buhara gelan li herêmê, dest pê kir. Bi wê re şer li piranî dewletên Rojhilata Navîn belav bû, herêm vegerî qadeke germ û qadeke destwerdanên navneteweyî û herêmî. Da ku berjewendiyên xwe yên takakesî bimeşînin."

 ‘YÊN ROJHILATA NAVÎN KONTROL KIR, CÎHANÊ JÎ KONTROL DIKE’

Sîham Dawûd destnîşan kir ku yên Rojhilata Navîn kontrol kir, cîhanê jî kontrol dike û wiha got: "Ji lew re em destwerdanên dewletên kapîtalîst li Rojhilata Navîn dibînin, her wiha nakokî û tevliheviyên dewletên herêmî dibînin. Bi wê re jî şer li vê herêmê gurtir bûye, mîna li Lîbya, Lubnan, Iraq, Sûriyê û destwerdana dewleta Tirk a dawî li herêmê û li Qerebaxê."

Sîham Dawûd diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyê ya 2011’an û di encama nebersivdana hikumeta Şamê ya xwestekên gel, Sûriyê vegerî qada şer û nakokiyên mayînde û wiha domadn" Hê jî hikumeta Sûriyê di çareya leşkerî de bi israr e, qebûl nake li ser maseya diyalogê rune. Li aliyekî din jî opozîsyonên nikarî roleke aktîf di diyarkirina hedefên şoreşê de bilîsta, pişta xwe da ajandeyên navneteweyî û herêmî, derfet li pêş destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê vekir, xaka Sûriyê hat dagirkirin û li herêmên dagirkirî guhartina demografî pêk tê."

Sîham Dawûd da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û niştecihan dîtir li şûna wan bi cih bike. Sîham Dawûd wiha pê de çû: "Niha dewleta Tirk hewl dide lîreya tirkî û zimanê xwe li herêmên dagirkirî ferz bike. Ev kiryar û binpêkirinê jî sûcên şer û sûcên li dijî qanûna navneteweyî ne."

Li aliyekî din jî bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Subhî Melekî axivî û bang li tevahî xort û keçên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ser rêça şehîdên azadiyê bimeşin, destkeftiyên şoreşê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û wiha domand: "Em ê bi hevgirtina civakî serkeftinê misoger bikin."

Melekî di dawiya axaftina xwe de got "Em wek çîna ciwanan dînamîka şoreşê ne, bi xort û keçan me destkeftiyên mezin û gewre pêk anîn. Em ê şerê siyasetên Tirkiyê berdewam bikin, xebata rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bikin û li hember şerê taybet bisekinin."

Piştî axaftinan, 3 endam ji bo dîwanê hatin hilbijartin, piştre dê rapora xebata ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya 2 salan bê xwendin, rêzikname bê xwendin û nîqaşkirin.

Tê payîn ku 30 endam ji bo Meclisa Giştî ya Ciwanên partiyê bên hilbijartin û daxuyniya dawî ya encamnameyên xebatên kongreyê bê dayîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din