Şewata li gundewarê Minbicê hate vemirandin

Li gundê Cat ê bakurê rojavayê Minbicê de agir bi zeviyan ket.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, li deverên cûda yên xeta di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên meclisê û şêniyan bi hevkariya tîmên agirkujiyê şewat vemirandin.

ANHA

 


Mijarên Din