Şervanên QSD‘ê: Me DAIŞ têk bir em ê dagirkeriyê jî têk bibin

Şervanên QSD‘ê yên demên berê li dijî DAIŞ‘ê şer kirine diyar kirin, îradeya ji berê xurtir e û bi hêza xwe bawer in ku dikarin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk bibin. Şervanan gotin: ‘‘Çawa me DAIŞ têk bi em ê dagirkeriyê jî têk bibin.‘‘

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sîpan Qamişlo, Çavreş Enteriyê û Umut Qamişlo ji şervanên destpêkê yên şoreşa Rojava ne, beriya niha di pêngavên li hemberî êrişên komên cuda, DAIŞ û Cebhet El-Nusre de yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih girtin. Sîpan, Çavreş û Umut niha li gundên navçeya Eyn Îsa erka parastina welat didomînin û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dibersivînin.

Sîpan, Çavreş û Umut bîranînên xwe yên salên derbasbûyî çawa dijberên şoreşa Rojava li tevahî çeperan şikandine, parve dikin û gotin ew ê dagirkeriyê û çeteyên wê jî bişkînin û Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeran re bikin goristan.

Sîpan Qamişlo, ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye, diyar kir ku destpêka damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sala 2011`an tevlî refên wê bûye û beşdarî şerên li dijî komên ``Artêşa Azad`` û `` Cebhet El-Nusre`` bû.

Sîpan bi bîr xist, dema DAIŞ`ê li qada Sûriyê derkete holê, hewil da li ser hesabê herêmên Rojava serweriya xwe li bakur berfireh bike, lê YPG`ê li hemberê derket û hewildanên wê şikandin.

Piştî çend salan, YPG û YPJ‘ê pêngavên xwe yên li dijî çeteyan di bin sîwana QSD‘ê de dewam kirin. Şervanê YPJ‘ê Sîpan Qamişlo di gelek pêngavên rizgarkirinê de wekî Hol, Reqa û Baxozê cih girt.

‘Bavê ruhî yê teroristan piştî têkçûna DAIŞ`ê êrîş herêmê kir‘

Sîpan Qamişlo got:`` Piştî têkçûna DAIŞ`ê li Dêrazorê gelê me rihet bûn ku herêm ji tarîtiyê wê xilas bû. Lê di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de bavê ruhî yê teroristan bi hevkariya hezaran çeteyên Sûrî yên bi kirê li gel Tirkiyê dixebitin êrişeke dagirkerî li ser Serêkaniyê da destpêkirin, da ku xaka Sûriyê dagir bikin û xêr û bêra herêmê talan bikin.‘‘

Sîpan diyar kir ku wan du rojan li Serêkaniyê şerê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kirin, piştre çûn Girê Spî û ev demeke li gundên Eyn Îsayê ne bersiva êrişan didin.

Sîpan got, ‘‘Çeteyên Sûrî welatê xwe firotine Erdogan, dewleta Tirk jî ji Sûriyê re aştiyê naxwaze, ger aştî bixwastiba herêmên me yên herî aram û ewle bûn di Sûriyê de ye.‘‘

Şervan Sîpan di dawiyê de got: ‘‘Armanca Erdogan eşkere ye, ew dixwaze tola DAIŞ`ê hilîne, hêzên me wan têk bir û xewnên Erdogan vala derxistin. Lê bila Erdogan û cîhan tev bizanibe ku her gundek yan bajarek bi fedakariyên ciwanên me hatibe rizgar kirin em dest jê bernadin û em ê heta nefesa dawî biparêzin.‘‘

‘Hewl didin DAIŞ‘ê zindî bike, ji ber têkçûna wê tê wateya têkçûna xeylaên Erdogan‘

Şervanekî din ê di çeperên Eyn Isayê de Umut e, diyar dike ku di sala 2015`an de tevlî nava refên QSD`ê bû, beşdarî gelek pêngavên li dijî DAIŞ‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, ya herî dawî "Şerê Tinekirina Terorê" bû.

Umut, îşaretpê kir ku armanc ji êrişên dawî yên li ser herêmê zindîkirina çeteyên DAIŞ‘ê ye û wiha pê de çû: "Têkçûna DAIŞ tê wateya têkçûna xeylanên Erdogan. Erdogan bi hinceta parastina ewlehiya netewî ya welatê xwe êrişî kir. Tevahî cîhan dît çawa fermandarên DAIŞ di nava refên çeteyên wî de derketin, ev yek piştrast dike ku dagirkeriya Tirkiyê, DAIŞ bi navên cûda zindî dike."

Umut di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku: ‘‘Armanca Erdogan projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a li herêmê pêk tê têk bibe, dixwaze ferq û cûdekariyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne û xêr û bêra welatê me talan bike. Ev yek di êrişên wan ên li ser rêya navdewletî diyar dibin ku hewl didin bighêjin cihê petrolê û tevgera bazirganiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç bikin.‘‘

Umut di dawiyê de wekî şervanên QSD‘ê rê nadikin ku xeyalên Erdogan pêk werin.

 ‘Heman kiryar in, lê bi nav û alên cûda‘

Çavreş Enteriyê yê bajarê Qamişlo diyar kir ku ew beşdarî şerên li dijî DAIŞ‘ê bû, ya herî dawî "Pêngava Bagera Cizîrê ya Tinekirina Terorê" bû, her wiha di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê yê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê cih girt, niha li eniyên gundên Eyn Îsayê bersiva êrişên artêşa Tirk a çeteyên wê didin.

Çaverş Qamişlo diyar kir ku kiriyên ku çeteyên DAIŞ‘ê derheqê sivîlan de pêk anîn heman kiriyarên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin, lê bi nav û alên cûda ne.

Çavreş anî ziman ku ew bi hêza xwe bawerin ku dê dagirkeriya Tirk têk bibin wekî çawa DAIŞ têk birin û got" Girê Spî û Serêkaniyê wê ji dagirkeran re bibe goristan."

(rr)

ANHA


Mijarên Din