Şervanên QSD'ê bersiva êrişên dagirkeran ên li ser gundên Girê Spî dan

Şervanên QSD'ê bersiva êrişên dagirkeran ên li ser gundên Erîda û Ebû Zihûr ên Girê Spî dan, tê gotin ku kuştî û birîndarên dagirkeran hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdora 18:00'an bi çekên giran êrişî gundên Erîda û Ebû Zihûr ên Girê Spî  yên nêzî rêya M4 kirin. Şervanê QSD'ê di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa de bersiva êrişan da.

Li gorî agahiyan di bersivdayînê de hejmarek leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din