Şervanên li eniyên şer: Me êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navdewletî têk bir

Şervanan ji eniyên di navbera navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî de û yên li ser rêya navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kirin ku wan hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji bo ku rêya navdewletî kontrol bikin şikandine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya şaneyê veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji 9`ê Cotmehê ve bi dijwarî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Hêzên Sûriye Demokratîk û şênî li hember wan êrîşan li berxwe didin.

Piştî ku zêdetirî 750 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Eyn Îsayê reviyan û li herêmê belav bûn, tevî çalakbûna şaneyên veşartî di kampa Eyn Îsayê de şaneyan komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn. Çeteyan li ser rêya navdewletî di navbera Eyn Îsa û navçeya El-Çelebiyê êrîşî erebeyeke sivîl kirin.

Artêşa Tirk a dagirk û çeteyên wê bi desteka çeteyên DAIŞ`ê rêya navdewletî ya stratejîk a di navbera navçeya El-Çelebiyê de bi taybet li ber benda kontrolê ya gundê Ebû Sira rojavayê navçeya Eyn Îsayê qut kirin. Li ser wê Hêzên Sûriye Demokratîk li hember wê hewldanê li berxwe dan û pêşketina çeteyan li ser rêya navdewletî şikandin û nehiştin kontrol bikin.

Şervanên li eniyên şer ên di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de li dijî dagirkeriyê şer dikin ji ANHA re axivîn.

Şervanê bi navê Celal Mehmûd got: "Berxwedana me li hember artêşa duyemîn a NATO`yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku îdia dikin ku artêşa azad in û şaneyên veşartî berdewam e."

Mehmûd dibêje: "Artêşa Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmê biguhere û girîngtirîn cihên dîrokî Til Helef ya dîrokî topbaran kir. Dema êrîş herêma Bab, Cerablus û Efrînê kir îdîa kir ku ew dê sivîlan biparêze û wan vegerîne warên wan.”

Di dawiyê de Mehmûd got: "Ev ax welatê me ye em ji êrîşkeran re nahêlin."

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Dilsoz Qasimî got: "Em şerê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê dikin. Em li eniyên di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de li berxwe didin. Em ê li vir bimînin û em dev ji gel û axa xwe bernadin."

Qasimî got tevahiya şênî li rex wan in. Çek rakirin û berê xwe dane qadên şer û berxwedanê. Wek şervan ew nahêle artêşa Tirk a dagirker derbasî axa wan bibe û heqaretê li gel bike.”

Şervanê bi navê Şoreş Taşlok ê ku li eniyê navçeya El-Çelebiyê ye got: "Me şerê DAIŞ`ê kir û Sûriyê ew şikandin. Lewra em ê şer û berxwedana xwe berdewam bikin. Em nahêlin gelê me li ser destê hêzên zalim bi taybet dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zulmê bikşînin."

Taşlok berxwedana şêniyan silav kir û teqez kir berxwedana li hember dagirkerî berdewam e.

Her wiha şervanê bi navê Dilbirîn Çavreş teqez kir ku wan êrîşên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navdewletî şikandine û hewldana şaneyên veşartî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Ebû Sira, Saloka û dora navçeya El-Çelebiye bi dûrbûna 5 km têk birin.

Dilbirîn destnîşan kir ku rêya navdewletî di bin çavdêriya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk e. Dilbirîn diyar kir ku ew dê li eniyan bin heya ku êrîşker ji axa xwe bi saya berxwedana şêniyan li rex şervanan derxînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din